Îran: Em amade ne di navbera Tirkiyê û Sûriyê de navbeynkariyê bike

Tehran ragihand ku ew amade ye di navbera Sûriyê û Tirkiyê de navbeynkariyê bike da ku nakokiyên her du aliyan çareser bike.

Îran: Em amade ne di navbera Tirkiyê û Sûriyê de navbeynkariyê bike
8 sibat, 2020   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta derve ya Îranê ragihand ku ew amade ye di navbera Tirkiyê û Sûriyê de navbeynkariyê bike, da ku nakokiyên her du aliyan çareser bike.

Piştî ku hêzên rejîma Sûriyê ber bi bajarokê Seraqib ve pêşketin, têkiyên aliyên "Garantor" aloz bû. Bi taybet piştî ku hêzên rejîma Sûriyê nuqteyên çavdêr ên Tirkiyê kirin hedef ku di encamê de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Wezareta derve ya Tirkiyê îro carek din gef li rejîma Sûriyê xwar û got: "Nuqteyên çavdêr ên li Idlibê erkên xwe didomînin û dikarin xwe biparêzin."

(şx)

ANHA