​​​​​​​Li Kobanê têkildarî 15‘ê Sibatê civîn hatin lidarxistin

Bi rasthatina salvegera 21`an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li kantona Kobanê rêzecivîn lidar ketin. Di civînan de şêniyan komplo şermezar kir û banga azadiya Ocalan kir.

​​​​​​​Li Kobanê têkildarî 15‘ê Sibatê civîn hatin lidarxistin
​​​​​​​Li Kobanê têkildarî 15‘ê Sibatê civîn hatin lidarxistin
​​​​​​​Li Kobanê têkildarî 15‘ê Sibatê civîn hatin lidarxistin
​​​​​​​Li Kobanê têkildarî 15‘ê Sibatê civîn hatin lidarxistin
8 sibat, 2020   15:04
KOBANÊ

 15`ê Sibatê salvegera 21`an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. 15‘ê Sibata 1999`an istixbarata Tirkiyê bi hevakriya navneteweyî Ocalan li paytexta Kînya Neyrûbî dîl girt.

Bi însiyatîfa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongreya Star û Birêxistinkirina Jin a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi boneya salvegera 21`an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Kobanê û navçeyên girêdayî wê tevî navçeya Sirînê rêzecivîn hatin lidarxistin.

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî Kongreya Star, Partiya Yekitiya Demokratîk û Rêxistina Jin a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratî ji çend rojan ve rêzecivînan lidar dixin.

Li bajarê Kobanê, navçeya Şêran, bajarokên Şêran û Taşlûk ên girêdayî navçeya Sirînê gelek civîn lidar xistin.

Bi dehan şênî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl ên kantonê tev li civînan bûn.

Di civîna ku li navçeya Sirînê lidar ketiye de, endama rêveber a Kongreya Star Peyman Aydin axivî û komploya navneteweyîya  li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Peyman wiha domand: "Rêber Ocalan dibêje dema  dest bi têkoşînê kir, dizanibû ku ew di rêyek dijwar de dimeşe, mîna kolandina bîrê bi derziyek biçûk. Wê demê digotin kurdî tune ne. Hebûna kurdan înkar kirin. heta ku Ocalan dest bi têkoşînê kir û li hermber armancdarên tunekirina Kurd sekinî."

Di dawiyê de Peyman destnîşan kir ku dijminên gelê Kurd ji bo tunekirina doza Kurd û şoreşa Tevgera Rizgarkiriya Kurdistanê li dijî Rêber Ocalan komplo pêk anî. Peyman anî ziman ku bi saya têkoşîna gel û girêdana wî bi fikrê Rêber Ocalan re komplo têk çû.

Di dawiya civînê de sinevizyonek girêdayî deteyên komploya li dijî Rêber Ocalan hate pêşendan.

(şx)

ANHA