Til Temir piştî  4 rojan ronî bû

Di encama hedefgirtina toreyên kahrebê yên navçeya Til Temir û gundewarên wê de ev 4 roj bûn ku kahrebê li gundewarên navçê tune bû. Piştî 3 rûniştinên bi leşkerên Rûsya re karkeran toreyên kahrebê sererast kirin.

Til Temir piştî  4 rojan ronî bû
Til Temir piştî  4 rojan ronî bû
Til Temir piştî  4 rojan ronî bû
Til Temir piştî  4 rojan ronî bû
Til Temir piştî  4 rojan ronî bû
Til Temir piştî  4 rojan ronî bû
8 sibat, 2020   14:49
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya 4 rojan toreyên kehrebeyê yên li gundê Um El-Kêf  ê girêdayî navçeya Til Temirê kirbûn hedef. Di encamê de bajêr û gundewarê navçê Til Temir 4 rojan bê kahrebe bûn. Toreya kahrebê li kelêka mezraya Çêlekan ku leşkerên Rûsya tê de bi cih bûne û di nav noqteya rejîma Sûriyê de ye. Dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne ji aliyê rejîma Sûriyê ne jî ji aliyê leşkerên Rûsya ve bersiv hate dayîn.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê Saziya Kahrebê ya navçeya Til Temir nikarîbûn toreyên kahrebe sererast bikin. Saziya Kahrebê hewil da ku bi rêya leşkerên Rûsya pirsgirêkê çareser bikin lê leşkerên Rûsya vê tiştî qebûl nedikirin. Piştî 3 hevdîtinên bi leşkerên Rûsya re êdî navçe û gundêwarên Til Temir bi kahrebe bûn.

Leşkerên Rûsya û Saziya Kahrebê ya navçê bi hevre berê xwe dan cihê toreyên kahrebê. Piştî 2 saetan kabilên kahrebê yên ku qut bûbûn hatin serarestkirin.

Tekildarî sererastkirin û hewildanên çareserkirina kahrebê endamê Rêveberiya Saziya Kahrebê ya navçeya Til Temir Feyat Îsmaîl diyar kir ku ji ber hedefgirtina dewleta Tirk a dagriker û çeteyên girêdayî wê nikarîbûn demek kurt de pirsgirekê çareser bikin û got: “Ev 4 rojbûn navçe û gundewarên navçê bê kahrebe bûn. Roja yekem me xwest em çareser bikin û bi leşkerên Rûsya re ketin tekiliyê lê encam negirt. Daxwaza me ji wan ew bû ku karkerên me ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve neyên hedefgirtin. Piştî hewildanên 3 rûniştina û bi alîkariya saziya kahrebê ya bajarê Hesekê re me toreyên kahrebê sererast kirin.”

Niha navçe û gundewarên navçê dîsa bi hatina kahrebê re ronî bûn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EaZstJCMQEw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>