Li Spanyayê çalakiya jinan a piştgiriya Rojava

Bi dehan jinên li paytexta Spanya Medrîdê bi çalakiyekê piştgirî dan berxwedana jinan li Rojavayê Kurdistanê.

Li Spanyayê çalakiya jinan a piştgiriya Rojava
8 sibat, 2020   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Spanya Medrîdê bi dehan jin ji bo piştgiriyê bidin berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê li qadekê kom bûn.

Jinan alên YPJ û wêneyên têkoşerên Kurd û yên enternasyonalîst ên ku di Şoreşa Rojava de şehîd bûne, hildan.

Ev çalakiya duyemîn a jinên Spanyayê yê ku di sala 2020‘an de lidar dixin . Li gelek bajarên Ewropayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava çalakî têne lidarxistin.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku gelek ciwanên ji Spanyayê hatin Rojava, beşdarî şerê li dijî DAIŞ‘ê bûn û di nava saziyên civaka sivîl ên Rojava de cih girtin.