Şandeyeke Austriya(Nemsa) serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Daîreya Têkilyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi endamê parlamentoya Nemsa Michelle Raymond re rewşa giştî ya li Sûriyê û ya Bakur û Rojhilat Sûriyê, hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên guhartina demografî, qirkirina etnîkî û rewşa girtiyên çeteyên DAIŞ’ê, nîqaş kirin.

Şandeyeke Austriya(Nemsa) serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
8 sibat, 2020   13:53
​​​​​​​QAMIŞLO

Îro endamê parlamentoya Nemsa û rayedarê komîteya darayî Michelle Raymond û Dr. Zanista siyasî ya zanîngeha Venayê Thomas Schmidinger serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo kir.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm û cîgirên hevserokatiyê Ebîr Îlya û Fener Kiêd, Michelle Raymond û Thomas Schmidinger pêşwaz kir.

Her du aliyan rewşa giştî li Sûriyê û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, bermahiyên êrişa dewleta Tirk û dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, hewldana guhartina demografî û qirkirina etnîkî li herêmê, nîqaş kirin.

Her wiha her du aliyan li ser rewşên mirovî û çawaniya rakirina astengiyên li pêşberî Rêveberiya Xweser, rewşa çeteyên DAIŞ’ê û pêwîstiya darizandina wan û her wiha rewşên malbatên di kampên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne jî, nîqaş kirin.

(fr)

 ANHA