Partiyên ENKS‘ê buroyên xwe vedikin

Partiya Demokrat a Kurdistanê- Sûriyê (PDK-S) ya di bin sîwana ENKS‘ê de buroya xwe li bajarê Dêrikê ji nû ve vekir.

Partiyên ENKS‘ê buroyên xwe vedikin
8 sibat, 2020   14:23
QAMIŞLO

Partiyên di bin sîwana Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de tevdigerin piştî 3 salan buroyên xwe careke din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PKD-S) îro buroya xwe li bajarê Dêrikê vekir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê demek beriya niha wekî gavekê ji bo pêkanîna yekitiya netewî daxuyanî dabû, tê de ragihand ku hemû partî êdî dikarin bê şertên pêşîn buroyên xwe yên ne ruxsetkirî vekin ji nû ve vekirin û xebatên xwe berdewam bikin. 

Fermandarê giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî beriya wî bi armanca yekrêziya kurdî însyatîfek ragihandibû.

ANHA