Dewleta Tirk dîsa gef li rejîma Sûriyê xwarin

Wezareta Parastinê ya Tirk îro ragihand ku nuqteya çavdêriyê ya li Idlibê erka xwe berdewam e û dikare xwe biparêze.

Dewleta Tirk dîsa gef li rejîma Sûriyê xwarin
8 sibat, 2020   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezreta Parastinê ya Tirk diyar kir ku dê bi hêz bersiva çi hedefgirtina li dijî nuqteyên çavdêriya yên li Idlibê yên bi hejmara 12’an bide.

Artêşa Tirk a dagirker îro nuqteyên çavdêriyê yên li Idlibê bi rêya zêdekirina bi erebeyên veguhastina leşkeran bi hêz kirin û her wiha duh zêdetirî 150 alavên leşkerî û hêzên taybet "komandoz" şandin.

Berê jî dewleta Tirk di gelek boneyan da bi taybet di vê dema dawî ku şer li parêzgeha Idlibê gur bûye de, xwarin.

(fr)