Xebatên Şaredariya Gel a  Kerama

​​​​​​​Şaredariya Gel a bajarokê Kerama, di sala 2019’an de gelek proje pêk anîn û dest bi projeyên sala nû kiriye.

Xebatên Şaredariya Gel a  Kerama
Xebatên Şaredariya Gel a  Kerama
Xebatên Şaredariya Gel a  Kerama
Xebatên Şaredariya Gel a  Kerama
8 sibat, 2020   09:09
REQA – EHMED EL- ESAF

Bajarokê Kerama dikeve rojhilatê bajarê Reqayê. Dema ku komên çete bajar dagir kiribûn saziyên giştî yên xizmetguzariyê xirab kir kirbûn û alavên tên de jî talan kirin. Şaredariyê Gel a bajarokê hewl dide ku bi derfetên kêm rewşa xizmetguzariyê baş bike û pêwîstiyên şêniyan bi cih bînin.

Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê sala 2019‘an budceya 40 mîlyon lîreyên Sûrî ji bo Şardariya Gel a Kerama veqetand. Komîteyên şaredariyê gelek projeyên xizmetguzarî yên aktîv di bajarokê de de pêk anîn ku mezintirîn bajarokên herêma Reqayê ye.

PROJEYÊN KU HATINE PÊKANÎN

Di çarçoveya projeyên ku Şaredariya Gel a Kerama pêk anîne de, rêyên navenda bajarokê û gundên girêdayî wê bi dirêjahiya 6 km hatin sererast kirin. Xebatên sererastkirina rêyan herî zêde li Mezreya Mihemediyê, Mezreya Xesaniyê û gundên Fetaha bûn. Ji ber ku rêyên wê yên herî bi ziyan bûn.

Şaredariyê her wiha girîngî da sererastkirina xetên kanalîzasyonê. Di vê projeyê de 60 mître ji xetên kevn bi yên nû hatin gurhertin û tore bi dirêjahiya 360 mîtreyan hatin berfirehkirin.

Ji projeyên din ên sereke ku Şaredariya Gel a Keramayê pêk anîne, ronîkirina kolanên bajarokê bû, ku 150 stûnên kehrebe li kolanên bajarokê hatin danîn.

Her wiha şaredariyê di plana xwe ya sala 2019‘an de 800 şitlên daran li parkan û orta rêyan danîn.

Girêdayî mijarê endizyarê hunerê yê Şaredariya Gel a bajarokê Kerama Feysel El-Beyrem got: "Di sala 2019‘an bi derfetên kêm ku Meclisa Sivîl a Reqayê pêşkêş kir me dikarîbû xebatên baş pêk bînin. Giraniya projeyên me yên aktîv li ser binsaziya bajarokê bû. Ji bo sala nû jî me plan danî û em niha li ser kar dikin.”

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5SIjj0CpH6g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>