Şerê mezin û guhartina nexşeya meydanî...dê îro Rûsya û Tirkiyê çi nîqaş bikin?

Der barê şerê dijwar li tevahî herêmên bêçek li gorî nêrîna Rûsya û Tirkiyê û piştî guhartina nexşeya leşkerî li van herêman ku rejîmê serwerî li gelek cihên girîng kir, Moskov û Enqere amadekariya nîqaşkirina nakokiyan dikin, gelo çi ji dewleta Tirk re ma ku li ser bazariyê bike?

Şerê mezin û guhartina nexşeya meydanî...dê îro Rûsya û Tirkiyê çi nîqaş bikin?
8 sibat, 2020   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro şandeya Rûsya gihişt Tirkiyê da ku rewşên li Idlibê nîqaş bike, di demeke ku şerê dijwar rû dide û nakokî di navbera hêzên rejîmê û dewleta Tirk de li ser paşxaneya topbaranên dualî pêk tên.

Hêzên rejîmê bi piştevaniya Rûsyayê êrişên dijwar li dijî Idlibê pêk anîn, ku bi wê re rejîmê bajarê Meret El-Nûman serwer kir, her wiha da ku rêya xwe temam bike û serweriyê li ser bajarê stratejîk ê Seraqibê bike.

Berovajî bêdengiya dewleta Tirk der heqê serweriya rejîmê li Meret El-Nûman, qêrîna dewleta Tirk li ser êrişên li dijî Seraqibê zêde bûn. Her wiha nakokî di navbera garantorên Astanayê de zêde bûn û serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan êrişî Rûsyayê kir û wiha got: "Tu tişt bi navê rêveçûna Astana û Sochiyê neman."

Bi rasthatina êrişên rejîmê li dijî Seraqibê re, dewleta Tirk amadekariyên leşkerî yên mezin anîn Idlib û Helebê. Her wiha balafirên Rûsya êrişî derdora karwanên Tirkiyê kir ku bi wê re jî Wezareta Parastinê ya Tirkiyê di roja duyemîn de ragihand ku rejîmê leşkerên tirk kuştin.

Di wê derbarê de, serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan ragihand ku êrişî nuqteyên hêzên rejîmê kir ku berisva kuştina leşkerên dewleta Tirk e.

Nakokiya di navbera garantorên Astanayê de Îranê jî hewand, rejîma Sûriyê got, ji mafên wê ye ku êrişên leşkerî li dijî Idlibê pêk bîne. Piştî wê jî çeteyên dewleta Tirk êrişî Nibul û Zehra kir ku tê de hêzên nêzî Îranê hene.

Ev tevahî pêşdeçûn û nakokiyên di navbera garantorên Astanayê de, dê di civîna Rûsya û dewleta Tirkiyê de hebin. Her wiha diyar e ku lihevkirinên berê, ne li gorî dengeyên hêzên heyî ne.

BALAFIRÊN RÛSYAYÊ BERIYA CIVÎNÊ LI MEYDANÊ NE

Der barê rewşa meydanî ya berî civînê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) vê sibehê daxuyand ku dîsa bombebaran li dijî herêma bêçek pêk hatin, ew jî piştî rawestandina wê ya nêzî 36 saetan.

Balafirên Rûsya dîsa li asîmanên Idlib û Helebê bi rasthatina pêkanîna derbeyên asîmanî li dijî Teftenaz ê bejahiyê Idlibê û Kefir Nûran, Kefir Hemra, Xan Esel, Foca 46 ên rojavayê bajarê Helebê, digerin.

Hêzên rejîmê duh nuqteya çavdêriya dewleta Tirk a li bajarokê El-Îs ê bejahiya başûrê Helebê dorpêç kir. Her wiha hêzên rejîmê di çend saet û rojên borî de zêdetirî 35 herêmên li bejahiyên başûr û rojavayê Helebê, serwer kir.

VEBIJÊRKÊN HER DU ALIYAN ÇI NE?

Hêzên rejîmê li bejahiyên Idlibê bi pêş de diçin, her wiha berê xwe da serwerîkirina rêya navneteweyî ku bi wê re jî dewleta Tirk zêdetir xist fikaran. Dê tevahî amûrên xwe yên li ser erdê ji dest bide ku vebijêrkên dewleta Tirk sînordar man. Dê dewleta Tirk bazariyeke nû bi Rûsyayê re pêk bîne, yan mayîna li hin herêmên li bejahiyên Idlibê tevî fikara ewropî der barê koçberiyeke nû yan jî wergirtina şewqa kesk ya nû ji Rûsyayê der barê êrişkirina li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Der heqê Rûsyayê de, ne pêkan e hin tewandinan(lihevkirinan) bi Enqereyê re piştî jidestdayîna hin amûrên xwe pêk bîne. Her wiha tê texmînkirin ku qaşo peymana Adanayê derxe pêş lê bi formeke nû.

(fr)

ANHA