Daîreya Xizmetên Fenî rêya Reqa-Hesekê bi dawî dike

Daîreya Xizmetên Fenî ya Meclisa Sivîl a Reqayê di demeke kurt dê sererastkirina rêya Reqa-Hesekê bi dawî bikin.

Daîreya Xizmetên Fenî rêya Reqa-Hesekê bi dawî dike
8 sibat, 2020   09:27
REQA-AMAR ABULLETÎF

Rêya Hesekê-Helebê ku li ser nexşeyê bi rêya M4 tê naskirin. Ji ber êrişên artêşa Tirk û komên çeteyan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêm rastî gelek ziyanan hat.

Rêya M4 ku bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî digihîjîne hevdu rêya sereke ya çûn û hatinê ye. Ev rê di heman demê de rêya kar û xebata bazirganiyê ye jî. Lewma girtina vê rê ji aliyê çeteyan ve bandoreke neyînî li liv û tevgera gele herêmê dike. Ev bandor bi taybet di qada aborî de bêhtir xwe dide der. Li ser vî esasî Meclisa Sivîl a Reqayê biryara guhartina rê dan û rêya bi navê Menaxir-Ebyet bi kar anîn.

Têkildarî sererastkirina rê endezyar Ehmed Heco ku gerînendeyê Xizmetên Fenî ya Meclisa Sivîl a Reqayê ye wiha axifî: “Komxebata fenî ya daîreya xizmetan di 27-11-2019`an de dest bi kar kirin û rê kirin du parçe, da ku zû were çêkirin. Parçeyê yekemîn ji bajarokê Keramê yê bejahiya rojhilatê Reqayê û heta gundê Sebah El-Xêr e. Ev rê beriya niha 20 km hatibû sererastkirin û niha bi dirêjahiya 71 km hate sererastkirin. Her wiha derdora 25 hezar m2 qûm (xîz) ji bo dagirtina rê hate veguhastin.”

Parçeyên duyemîn ji gundê Sebah El-Xêr û heta Hesekê berdewam dike. Ev parçe jî bi dirêjahiya 104 km e û 15 km jê hatiye sererastkirin. Li gel vê yekê hewldana berfirehkirina rê jî heye, da ku tevgera çûn û hatinê hêsan bibe.

Endezyar Ehmed Heco derbarê xebata rê de wiha berdewamî da axaftina xwe: “Kar û xebata beşa duyemîn berdewam e. Tê payîn ku di nava deh rojan de bi dawî bibe. Lê dema rewşa avhewa nexweş be dibe ku astengî derbikevin.”

Heke rêya nû bi dawî bibe, dê zehmetiya rêwiyan, ajokarên ji Reqayê ber bi bajarokên kantona Hesekê ve tên wê hêsan bibe.

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/u0U4W4M6Q_g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>