‘Lihevkirinên di navbera Rejîmê û Rêveberiya Xweser de ji bo aboriyê faktoreke erênî ye’

Nivîskar û lêkolînerê aborî Çeleng Umer got: “Heke hevpeymaneke siyasî di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbibe, dê ji bo rewşa aboriya Sûriyê jî bibe gaveke erênî.”

‘Lihevkirinên di navbera Rejîmê û Rêveberiya Xweser de ji bo aboriyê faktoreke erênî ye’
6 sibat, 2020   05:51
NAVEND NÛÇEYAN-BASIL REŞÎD

Roj bi roj krîza aboriya Sûriyê bandoreke neyînî li civaka Sûriyê dike. Ji ber vê yekê li herêmên Sûriyê buhaya kel û pelên sereke bilind dibe. Lîreya Sûriyê beramberî dolar dadikeve û hin kel û pel peyda nabin.

Hin lêkolîner û aborînas sedema aloziya aboriya Sûriyê bi ferzkirina cezayên li dijî welat ve girê didin.  Hinek bi sedemên siyasî ve girêdidin.

Nivîskar û lêkolînerê aborî Çeleng Umer derbarê aloziya aboriya Sûriyê, sedemên wê, îdîayên pê ve girêdayî, rêbazên çareseriya aloziya aborî, pêşniyar û makanîzmeyên kar û xebata ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo kêmkirina aloziya aboriya herêmê bide meşandin, ji ajansa me re axivî.

‘KRÎZA ABORÎ ENCAMÊN ŞERÊ LI SÛRIYÊ YE’

Umer di destpêkê axaftina xwe de wiha got: “Krîza aboriya heyî ji ber şerê ku ji beriya 9 salan ve li Sûriyê diqewime ye. Ji ber vê yekê qadên aborî bi zirarên şer re rû bi rû man. Mînaka vê yekê jî qada çandiyê ye, ku hin cotkaran ji êrişên artêşa Tirk terka erdên xwe kirin. Projeyên pîşesaziyê, û kargehan hatin wêrankirin an jî ji aliyê komên çeteyan ve hatin dizîn û projeyên avadana erdan jî hatin rawestandin.”

Umer wiha li axaftina xwe zêde kir: “Bazirganî ji ber cezayên ku li dijî Sûriyê hate ferzkirin, hawirdekirin û hinardekin kêmbûn, qadên xezmetguzarî û avahiyên giştî ji ber topbarana artêşa Tirk û Sûriyê wêranbûn.”

‘30 MILYON DOLAR JI BERHEMÊN SÛRIYÊ KÊM DIBE’

Umer amaje bi hejmara berhemdayîna giştî ya beriya şerê li Sûriyê kir û got: “Zêdetirî 50 milyar dolar bû, lê niha hilberîna herêmî 20 milyar dolar e. Ev jî tê wateya di nava 9 salên şer de û cezayên li ser Sûriyê hatine ferzkirin, aboriya Sûriyê ji sedî 60 kêm bûye.”

Çeleng Umer wiha pê de çû: “Ji ber cezayan hawirdekirin û hinardekirina madeyan zor dibe, karker kêm dibin. Ji ber nîvê gelên Sûriyê yan koçberbûne û yan pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Di vê derbarê de raporên navdewletî diyar kirin ku ji sedî 80 gelên Sûriyê zehmetiya feqîriyê dikişînin. Di encamê de ev hejmar kar nakin û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Lewma ev dibe faktorekî derketina krîza aboriyê.”

‘RÊJEYA ENFLASYONÊ JI SEDÎ 2 HEZAR E'

Derbarê daketina lîraya Sûriyê de, Umer wiha got: “Ji ber zirara gihaştiye qada aboriya Sûriyê rêjeya enfalsyonê ji sedî 2 hezar e. Lê beriya şer dolar 50 lîreya Sûriyê dikir û niha jî hezar lîre derbaskiriye. Ev jî tê wateya daketina lîreya Sûriyê û dibe faktoreke krîza aboriya welat.”

‘SEDEMEKE DIN A DAKETINA LÎRAYÊ SÛRIYÊ NAKOKIYÊN LUBANAN Û IRAQÊ YE’

Umer bal kişand ser sedemeke din a daketina lîreyê Sûriyê û wiha anî zima: “Ne tenê sedemên hundirîn dibine sedemên daketina lîreyê Sûriyê, kêmbûna hilberîna welat, daketina hilberîna giştî ya welat, bankên li Sûriyê heyî ji nîvê sala derbasbûyî de hatine sekinandin. Her wiha krîza aborî û xwepêşandanên li Lubananê û Iraqê bandoreke neyînî li lîreyê Sûriyê kir. Ji ber rejîma Sûriyê û fînasmanên nêzî hikumeta Sûriyê ji ber cezayan li dijî aboriya Sûriyê hatine birîn, berê xwe dan bankên Lubanê û Iraqê. Da ku têkiliyên xwe yên dareyî temam bikin û ji ber aloziya her du wetan bandoreke neyînî li lîreya Sûriyê hate kirin. Piştgiriya Îranê ji Rejîmê yan ji bankan re ku ji destpêka 2011`an ve derdora 5 milyar dolar bû, lê niha ji ber cezayên li dijî Îranê û aloziya navxweyî ya Îranê bank hatin sekinandin. Her wiha hikumeta Sûriyê û artêşa Sûriyê rûbereke berfireh ji xaka Sûriyê ji komên çekdar rizgarkirin û pêwîstiya van herêman bi xizmetê çêbû. Lê di rastiya xwe de qadên aborî wêranbûne û ev jî bû sedema sêyemîn a daketina lîreyê Sûriyê.”

Umran wiha pê de çû: “Aloziya aboriya Sûriyê, aloziya Lubnanê û Iraqê, sekinandina piştgiriya bankên Îranê, serweriya Rejîmê ji cografiyeke berfireh re û zêdebûna xizmetê hişt ku di mehên dawîn de lîreya Sûriyê dakeve. Her kesî bû şahidê ku di nîvê sala derbasbûyî de nirxê dolar di navbera 500 heta bi 600 lîreyî de bû. Lê di 6 mehên dawîn de bû duqat, li gel vê yekê beşeke mezin ji madeyên aborî yên welat li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û ev jî ne di bin serweriya hikumeta Şamê de ne. Lewma ev jî dibe sedemake aloziya aborî û daketina lîreyê Sûriyê.”

‘JI BO GARANTIYA ABORIYA SÛRIYÊ HERÎ KÊM DEH SAL LAZIM E’

Umer hejmara zirara gihaştiye aboriya Sûriyê, awayê misogerkirina aboriyê û vegera rewşa qada aborî wekî beriya aloziya Sûriyê nirxand. Umer got: “Hejmara zirara gihaştiye qada aboriya Sûriyê di navbera 250 heta 400 milyar dolarî de ye. Lewma da ku Sûriyê qada aboriyê pêşbixîne û vegerîne wekî berî şoreşê, pêwîstî bi demê heye. Ew jî ji 10 heta 15 salan e, encex wê demê rêjeya hilberîna herêmê dabîn bike. Pêwîstî bi avakirinê û zêdebûna karkeran heye. Lê di halê hazir de ev çareserî jî rasterast bi şer û krîza siyasî ve girêdayî ye. Di milê dîtir de beşeke mezin ji madeyên aboriya Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û nakevin xizmeta giştî ya aboriya Şamê. Ji van madeyan;petrol, gaz, pir û av e. Heke lihevkirineke siyasî di navbera hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbibe, dê ji qada aboriya Sûriyê re gaveke erênî be û bi wî awayî aboriya herêmê misoger dibe.”

Bêguman Rêveberiya Xweser ji bo berhevkirina berheman ji tevahiya Sûriyê re nabe asteng û di gelek caran de isbata keysnebazkirina madeyên wekî, petrol, av û hilberînên çandiyê kiriye.

‘LIHEVKIRINA DI NAVBERA ŞAMÊ Û RÊVEBERIYA XWESER DE GARANTIYA ÇARESERIYA ALOZIYA ABORIYÊ YE’

Têkildarî berpirsyariya rejîma Sûriyê yan jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aloziya aborî re Umer wiha got: “Heta niha çareseriyên mutleq tune ne, lê çareseriyên heyî demkî ne û barên welatiyên Sûriyê sivik dikin. Ji ber ji sedî 80 civaka Sûriyê zehmetiya debarê dikişînin û xizan in. Di encamê de em hemû bûne şahidên bilindbûna buhayên kel û pelan, tu dixwazî li cem Rêveberiya Xweser be yan jî tu dixwazî li cem hikumeta Sûriyê be heman krîz e.”

Çeleng Umer rêbazên çareseriya krîza qada aboriyê parve kirin û wiha axivî: “Çareserî di lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de ye. Ji ber madeyên aborî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.”

‘PÊŞNIYARÊN DERBARÊ ÇARESERIYA KRÎZA ABORIYÊ’

Têkildarî Rêveberiya Xweser û çareseriyên bi herêmê ve girêdayî ne Umer wiha anî ziman: “Krîza qada aboriya Sûriyê û bakurê Sûriyê beşek jê ye. Derfetên rêveberiyê ji derfetên hikumeta Sûriyê zêdetir in. Ji ber madeyên li herêmê têrê dike ku Rêveberiya Xweser rewşa debara herêmê pêşxîne. Di milekî dîtir e derfetên veguhastina ji aboriya çandiniyê ber bi aboriya pîşesaziya heyî, dê aboriya herêmê xurt bike. Her wiha peydakirina derfetên kar li hundirê herêmên Rêveberiya Xweser dê rewşa debarê pêşxîne û barên sivîlan sivik bike.”

Umer got: “Mirov dikare sûdê ji berhemên çandiyê yan jî ji petrolê werbigire û projeyên pîşesaziyê û petrokîmyayî çêbike, ev jî dê alîkariya şêniyên li herêmên Rêveberiya Xweser bike. Dema lihevkirin di navbera hikumeta Sûriyê û rêveberiyê de çêbibe. Dê her du alî sûdê bibînin, ji ber kargeh li hundirê Sûriyê ne. Anku li Heleb û Şamê ne û dê bazarên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûdê ji hilberînan werbigirin an jî heke dorpêç berdewam bike. Dibe ku van madeyan derxînin derveyî Sûriyê jî.”

Têkildarî bergiriyên derbaskirina krîza aboriyê, nivîskar û lêkolîner Çeleng Umer wiha parve kir: “Divê bazar werin çavdêr kirin. Rê li pêşiya keysbazkirinê were girtin, xwedanên projeyên pîşezaî û çandiyê anku kesên pêwîstiyên herêmê bi cih dikin û derfetên kar dabîn dikin. Divê lêbuhirîna bac û gumeran ji wan re hebe. Rêveberî dikare piştgiriya qadanên pîşesaziyê bike û li gorî xwestekan pîşesaziyê veguherîne qadan. Piştgiriya aboriya civakî bike, çi di milê piştgiriya komînan be û çi jî bi piştgiriya kamparatîfan be. Rewşa xizmetguzariyê bigiştî û di nav de rewşa perwerdê, tenduristiyê, avê û kehrebê jî pêşbixîne. Bi vî awayî mana sivîlan li ser xakê misoger dibe û dikarin li dijî êriş û dorpêçê bisekinin.”

(eh)

ANHA