Li gel gefên Erdogan hêzên Rejîmê pêşde diçin

Hêzên rejîma Sûriyê li dora Seraqêbê pêş ketin û tenê 1 km maye ku bigihêjin bajêr. Her wiha li gel gefên Erdogan gundê Til Toqan ê ku nuqteya Tirkiyê tê de heye, kontrol kirin.

Li gel gefên Erdogan hêzên Rejîmê pêşde diçin
5 sibat, 2020   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand piştî ku hêzên rejîma Sûriyê tenê bi 1km ji bajarokê Seraqêb dûr mane, bi dijwarî ji aliyên hawayî û bejahî bi top û moşekan êrişî bajarokê dike. Her wiha karî bajarokê ji sê aliyan ve dorpêç bike. Di heman demê de şerên li derdoa bajarokê di navbera hêzên rejîmî û çeteyan de rû didin.

Hêzên rejîma Sûriyê li rojhilatê gundewarê bajarokê Seraqêb pêşketinên nû bidest xistin. Hêzên rejîmê Islamîn, Resafe, Ebû Xeşe û gundê Til Toqan ê ku nuqteya Tirkiyê tê de heye kontrol kirin. Ji aliyekî din ve çaranûsa leşkerî Tirk nehat zanîn. Li gorî navendê hêzên Rejîmê bi dijwarî êriş dike ji bo ku pêş bikeve û bajarokê Sermînê kontrol bike.  

Hêzên rejîma Sûriyê ji aliyê rojhilatê Idlibê derbasî sînorên parêzgeha Helebê bûn û Zimar, Osmaniya Mezin, Cizraya li başûrê Helebê kontrol kirin.

Hêzên rejîma Sûriyê operasyonên xwe piştî gefên serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan li dijî wê zêde kirin. serokkomarê Tirkiyê demek da hêzên rejîmê ji bo ku heya dawiya Sibatê heta paş nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê paşde vekişin. 

(şx)