QSD`ê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de daxuyanî da

Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên ji 29`ê Çileyê ve li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, eşkere kirin.

QSD`ê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de daxuyanî da
5 sibat, 2020   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk di daxuyaniya xwe de binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye;

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî rojavayê Kurdistan û bakurê Suriyê bênavber berdewam dikin.

Girê Spî

Di roja 29`ê Çileyê, artêşa Tirk a dagirker û komên çete bi çeken giran êrîş birin ser rêya M4 a navdewletî. Di vê êrîşê de  sivîlek brîndar bû.

Di roja 3`ê Sibatê, çeteyên dagirker li gundê Xirbit Kerem yê Eyn Îsa êrîş birin ser çeperên hêzên me. Di encama bersivdayinê de pevçûn qewimîn. Di encama wan pêvçûnan de 5 çete hatin kuştin, erebeyekî çeteyan hate îmhakirin û gelek cebilxane hatin desteserkirin.

Di  heman rojê de, di encama êrîşa artêşa dagirker a bi çekên giran de, nêzî Kampa Eyn Îsa 2 şervanên me şehîd ketin. Her wiha di encama êrîşa bi çekên giran ya li gundewarên Eyn Îsa de li 4`ê Sibatê jî 2 şervanên me brîndar bûn.

Til Temir

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çete li dijî gundewarên Til Temir bênavber berdewam dikin. Her wiha artêşa dagirker di roja 3`yê Sibatê li gundên Depsa, Bagera, Amriyê û Girê Şehîd Dilşêr sewqiyata leşkeri kir û li wan gundan hejmarekî zêde çekên giran bicîh kir.

ANHA