Rejîma Sûriyê: Erdogan ji bo parastina komê terorîst derew û xapandinê didomîne

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê piştrast kir ku daxuyaniyên serokkomarê Tikr Recep Tayyîb Erdogan careke din siyaseta wî ya derewan û xapandinê û binpêkirina peyman û lihevkirinan, radixe pêş çavan. Her wiha destnîşan kir ku tiştên ku Erdogan pêk tîne ji bo parastina amûrên xwe  komên terorîst e.

Rejîma Sûriyê: Erdogan ji bo parastina komê terorîst derew û xapandinê didomîne
5 sibat, 2020   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî fermî yê Wezareta Karên Derve a rejîma Sûriyeyê, wiha got: "Dewleta Sûrî israra serokê rejîma Tirkiyê Erdogan di derew û xapandinê de li dijî Sûriyê û bi taybetî di mijara ketina hêzên Tirkiyê ji bakurê Helebê re li gorî peymana Adane ya tekoşîna li dijî terorê, şermezar dike."

Çavkanî wiha lê zêde kir: "Sûriye tekez dike ku peymana Adane ji ber ku peymeneke di navbera du welatan de ye, koordîneya bi hikumeta Sûriyê re ferz dike. Bi vê yekê Erdogan nikar li gorî peymanê bi awayekî yek alî tevger bike."

Çavkanî her wiha tekez kir ku daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê careke din siyaseta Erdogan a derew û xapandinê her wiha binpêkirina peyman û lihevkirinên Astane, Soçî û peymana Adane, radixe pêş çavan.

)cx)