Amerîkayê bernameya îstixbaratî bi Tirkiyê re rawestand

Berpirsên Amerîkî eşkere kir ku piştî êrişên Tirkiyê yên dawîn ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Amerîkayê bernameyeke veşartî ya hevkariya îstixbaratên leşkerî bi dewleta Tirk re rawestandiye.

Amerîkayê bernameya îstixbaratî bi Tirkiyê re rawestand
5 sibat, 2020   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

4 berpirsên Amerîkayê ji Reutersê re wiha got: "Biryara Amerîkayê ya taloqkirina bernameyê ji ber êrişên leşkerî yên dewleta Tirk ên bi rêya sînor li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Cotmehê de, pêk hat. Her wiha eşkere kirin ku êrişa Tirkiyê zirar gihandiya têkiliyên di navbera endamên NATO`yê de."

Berpirsên Amerîkî ku nexwest navên xwe eşkere bikin, diyar kir ku di dawiya sala borî de Amerîkayê erkên komkirina agahiyên îstixbaratî rawestandin.

Rayedarekî dewleta Tirk jî ji Reutersê re tekez kir ku bername rawestiye.

(cx)