Piştî gefên Erdogan… Colanî: Em ê têkevin Şamê

Serçeteyê Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed Colanî piştî gefên Erdogan ên pêkanîna êrişên li dijî rejîma Sûriyê, got heke êriş li dijî Idlibê berdewam bikin dê bikevin Şamê.

Piştî gefên Erdogan… Colanî: Em ê têkevin Şamê
5 sibat, 2020   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebû Mihemed El-Colanî îro wiha got: "Em ê derbasî Şamê bibin, heta ku li gel me bihosteke xakê ma."

Gefên serçeteyê Heyet Tehrîr El-Şam bi rashatina gefên Erdogan ên êrişkirina leşkerî li Idlibê, heke hêzên rejîmê ji derdora nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk venekişin, pêk hatin.

Çeteyên Tehrîr El-Şam bi perspektîfa dewleta Tirk piştî ku navê xwe yê berê ‘Cebhet El-Nusra’ guherî, serweriya li ser Idlibê kir.

(fr)