​​​​​​​PYD: Dewleta Tirk gefa herî mezin a li Sûriyê ye

Desteya Rêveber a PYD’ê bal kişand ser ku dewleta Tirk gefeke mezin li dijî Sûriyê ye û aloziya siyasî kûrtir dike.

​​​​​​​PYD: Dewleta Tirk gefa herî mezin a li Sûriyê ye
5 sibat, 2020   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) piştî nîqaşa li ser rewşên siyasî yên li Sûriyê û Rojhilata Navîn, daxuyaniyek li ser malpera xwe belav ki.

Daxuyaniya Desteya Rêveber a PYD’ê bal kişand ser van xalên girîng:

"Desteya Rêveber a PYD’ê civîna mehane di 02.02.2020’yan de li navenda partiyê li dar xist ku pêşketinên siyasî yên dawîn tê de nîqaş kirin.

Pêşketinên dawîn ên bilez li Sûriyê û herêmê kûrahiya aloziyê yên ku pergal azarên wê dikişînin, eşkere dikin. Her wiha vîna gelan di pêkanîna guhartin û derketina ji aloziyên siyasî, aborî û civakî yên li tevahî herêmê de bi taybet di rewşa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de eşkere dibe. Ev şer bi taybet li Rojhilata Navîn bi cih bûye. Ji lew re nakokiyên li herêmê heyî yên hundirîn û bandorên derve çi herêmî yan jî navdewletî dibe, diyarker in.

Der barê stratejiya Amerîkayê li Rojhilata Navîn de, DYA hewl dide ku ji nû ve stratejiya mayîna li Iraqê û Sûriyê bi taybet piştî ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket, Rûsya bû aktorek. Her wiha nakokiyên kuştina Qasim Suleymanî, bertekên ku şîîyên Iraqê û daxwaza parlamentoya Iraqê ya vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê. Ev jî tê wateya destpêkeke nû ya nakokiya Amerîka-Îranê. Ew heke di dema niha de venegerî şerê yekser, lê belê dê bi şêweyên cud li herêmê berdewam be. Tiştên niha li Iraq, Lubnan û Sûriyê rû didin, van rastiyan eşkere dikin."

Têkildarî Sûriyê, hê jî dewleta Tirk li ser Sûriyê gefeke mezin e û çareseriya siyasî ya li Sûriyê çi bi rêya piştevaniya çeteyên li Idlibê û nepêkanîna wê ya hevpeymanên bi Rûsyayê re îmze kirine yan jî bi rêya siyasetên guhartina demografiyê ya ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne û binpêkirinên li dijî sivîlan, kûrtir dike. Dewleta Tirk hewl dide cîhanê îqna bike ku alîkariya wê di pêkanîna armancên xwe yên fersendgirtina doza koçberên Sûriyê de, bike û gefên bênavber li Ewropayê dixwe. Der heqê Idlibê de, însiyatîfa QSD’ê ya pêşwazkirina koçberan girîng û pêwîstiyek bû ku sivîlan biparêzin. Lê belê divê cîhan jî azarên koçberên Idlib, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û ji bilî wan, bibîne.

Ji aliyekî dîtir ve, di civînê de hat piştrastkirin ku pêwîstî bi israrkirina çareseriyên siyasî û metodên demokratîk bi rêya diyalogê çi li ser asta Rojava yan jî li ser asta tevahî Sûriyê dibe, heye."

Em bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin  ku çareseriyan ji aloziyên aborî re lêkolîn bike û rewşa aborî li welêt bi lez bi rêya pêkanîna Qanûna Qeyser a ku DYA’yê biryara wê daye, têk diçe û dê aloziya aborî zêdetir bike. Bi wê re jî di radeya yekemîn de gel zirarê dibîne. Ji lew re divê Rêveberiya Xweser a Demokratîk çareserî û rêbazên sivikkirina sînordarkirina aloziya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lêkolîn bike."

(fr)