Şervan Derwîş: Bi rasthatina pêşwazîkirina koçberên Idlibê re, Minbic tê hedefgirtin

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş anî ziman ku di demeke ku malbetên koçberên Idlibê têne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Minbic tê hedefgirtin.

Şervan Derwîş: Bi rasthatina pêşwazîkirina koçberên Idlibê re, Minbic tê hedefgirtin
5 sibat, 2020   12:44
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran ji gundên Cerablusê yê dagirkirî şeva berê gundê Toxar ê bakurê bajarê Minbicê yê li nêzî dergeha Ewn El-Dadat ku ji beriya çend hefteyan ve bi dehan malbatên koçerên Idlibê pêşwaz dike, topbaran kir.

Meclisên Leşkerî yên Minbic û Babê bersiva çavkaniyên topbaranê ku li dijî gundên rojhilatê Babê pêk hatine jî, di çarçoveya parastina rewa de, da.

Têkildarî mijarê, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş anî ziman ku hedefgirtina gundên Minbicê piştî çend saetan ji daxuyaniya meclisê pêk hat. Meclisê di daxuyaniyê de bang li şêniyên Minbicê yên li herêmên Diri El-Firat kir ku dûrî siyaseta dewleta Tirk a ku xwe dispêre çanda çetetiyê.

 Derwîş bal kişand ser topbaranên li dijî gundên bakurê Minbicê yên bi ser dergeha Ewn El-Dadat ve û hewldana derbasbûna Til El-Seyad bi rasthatina pêşwazîkirina bi sedan koçberên ji bejahiyên Idlibê ya ber bi Minbic û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve pêk hatin.

Derwîş wiha lê zêde kir: "Hin hêz hene ku hewl didin bazirganiyê li koçberan tevî azarên wan û di serî de dewleta Tirk a dagirker, bikin û dixwazin şer vegerînin herêmên ewle. Ew jî bi rêya êrişan weke çawa di 2 rojên berê de pêk hatine."

Zêdetirî 220 malbatên koçber ji Idlibê di dergeha Ewn El-Dadat re ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji ber şerê dijwar li ser rêyên navneteweyî M4 û M5 di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, hatin.

(fr)

ANHA