Heyet Tensîq El-Wetenî: Divê artêşa Sûriyê û QSD bi hev re artêşa Tirk a dagirker ji Sûriyê derxin

Heyet Tensîq a Wetenî dijminahiya dawîn a dewleta Tirk a li dijî artêşa rejîma Sûriyê wek pêşketineke xeternak di aloziya Sûriyê de bi nav kir, her wiha ji bo qewitandina dagirkeran ji erdê Sûriyê, banga hevkariyê li artêşa rejîma Sûriyê û QSD`ê kir.

Heyet Tensîq El-Wetenî: Divê artêşa Sûriyê û QSD bi hev re artêşa Tirk a dagirker ji Sûriyê derxin
5 sibat, 2020   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyet Tensîq El-Wetenî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk bi piştgiriya terorîstên cîhanê û vekirina sînorên xwe da ku derbasî erdên Sûriyê bibin, têr nebû lê belê operasyonên leşkerî yên yekser pêk anîn û parçeyên ji Sûriyê dagir kirin. Her wiha gelê Sûriyê kuşt û koçber kir û kesên biyanî li şûna wan bi cih kirin. Ev yek di nava bêdengiya navdewletî de pêk hat.

Dijminahiya dewleta Tirk a dawî li dijî yekîneyên artêşa Sûriyê, sûcekî şer û binpêkirina qanûnên navdewletî ye. Her wiha pêşketineke xeternak di aloziya Sûriyê de ye.

Wek Heyet Tensîq a Wetenî-Tevgera Guhertinê ya Demokratîk em dijminahiya li dijî artêşa Sûriyê bi tundî şermezar dikin. Her wiha em careke din banga hevkariyê li artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin da ku artêşa Tirk a dagirker ji erdê Sûriyê derxin. Em bang li gelê xwe jî dikin ku li pişta hêzên xwe bin û sînor û rûmeta Sûriyê li dijî her destdirêjiyekê biparêzin.”

Heyet Tensîq El-Wetenî di sala 2011’an de li Şamê  hate avakirin, ji nûnerên 13 partiyên siyasî û kesayetên serbixwe pêk tê û li Sûriyê wek komeke xurt a opozîsyonê tê zanîn.

(cx)

ANHA