Erdogan dîsa gef li rejîma Sûriyê xwarin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro dîsa gef li rejîma Sûriyê xwarin û got divê rejîm hêzên xwe ji derdora nuqteyên dewleta Tirk ên li Idlibê vekişîne, heke na dê bersivê bidin.

Erdogan dîsa gef li rejîma Sûriyê xwarin
5 sibat, 2020   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Erdogan di civîna koma partiya xwe AKP’ê de axivî û ji rejîma Sûriyê wiha daxwaz kir: "Ji derdora nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk heta dawiya Sibatê vekişin an jî em ê bikevin nava tevgerê. Her wiha heke hat xwestin dê hêzên çekdar ên dewleta Tirk bi bejahî û asîmanî bixebitin û dê operasyonên leşkerî ku hat xwestin li Idlibê pêk bînin."

Erdogan wiha domand: "Heke leşkerên me yên hevalbendên rastî rastî êrişekê hatin, dê yekser û bêyî tu agahiyan bidin, li dijî kîjan aliyê êrişkar dibe bila bibe, bersivê bidin."

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bal kişand ser ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn agahdar kir ku divê hêzên rejîma Sûriyê li gorî sînorên peymana Soçiyê vekişin û heke venekişin dê hêzên dewleta Tirk tev bigerin.

Erdogan da zanîn ku êrişa li dijî artêşa dewleta Tirk li Sûriyê bi mebest bû û bû nuqteyek di guhartina  rewşê. Her wiha Erdogan got êrişa li dijî leşkerên dewleta Tirk ên li Sûriyê, dê bibe destpêka merheleya nû li gorî dewleta Tirk li Sûriyê.

Erdogan îdia kir ku artêşa dewleta Tirk li gorî Peymana Edeneyê li Sûriyê ye ku dikare êrişên leşkerî li wir pêk bîne.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî piştrast kiribû ku dewleta Tirk sozên xwe yên li Sûriyê pêk nayne û çeteyan bi rê dike Lîbyayê.

(fr)