​​​​​​​Gêlo Îsa: Yekitiya kurdî dê roleke girîng di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gêlo Îsa got "Yekrêziya kurdî dê roleke girîng di çareserkirina aloziyê de bilîze û dê rola me di amadekirina destûra Sûriyê de hebe."

​​​​​​​Gêlo Îsa: Yekitiya kurdî dê roleke girîng di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze
5 sibat, 2020   05:22
KOBANÊ – UMER MIHEMED

Şoreşa Bakur û Rojilatê Sûriyê di nava 8 salan de serkeftinên mezin bi dest xistin. Lê parçebûna di navbera partî û aliyên siyasî yên kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xeta doza kurdî ber bi tuneleke tarî ve bir.

Tirkiye xwe li hin aliyan digire da ku destwerdana xwe di kar û barên Sûriyê de rewa bike û xaka herêmê dagir bike. Rejîma Sûriyê jî hin aliyên kurdî bi kar tîne da ku serweriya xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerîne.

Der barê girîngiya aliyên kurdî de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDKS) Gêlo Îsa ji ANHA‘yê re axivî.  Gêlo Îsa got: "Ji ber hesasiyeta pêvajoya ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê siyasî û leşkerî de tê re derbas dibe, divê tevahî partî li hev bikin û bi cidî bixebitin û ji hembêza dijmin derkevin."

Îsa îşaret bi xetereyên li ser herêmê kir û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê siyaseta tirkkirin, koçberkirin û guhertina demografiyê li hermên dagirkirî pêk tîne û bang li aliyên siyasî kir ku bi rihekî berpirsyar tev bigerin û li ser maseya diyalogan kom bibin.

Gêlo Îsa wiha pê de çû: "Divê tevahî alî ji pêkanîna berjewendiyên dijmin dûr bikevin û ji bo azadiya gel ku rojane ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê binpêkirin, bixebitin."

‘DIVÊ PARTIYÊN BAŞÛR FIŞARÊ LI ENKS’Ê BIKIN’

Her wiha Îsa bang li partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistan jî kir ku fişarê li ENKS‘ê bikin da ku xeta xwe biguherîne û dest ji xizmeta ajandeyên derve berde û ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebite. Îsa wiha domand: "Projeya Rêveberiya Xweser projeyeke demokratîk e, ewlehî û armaniyê ji bo tevahî pêkhateyan pêk tîne. Ji ber vê yekê divê em ji bo parastin û xurtkirina vê projeyê kar bikin."

Gêlo Îsa diyar kir ku Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê ji destpêkê ve piştgiriyê dide hewldanên yekrêziya Kurdî û beşdarî gelek civînên ku di vê çarçoveyê de hatin lidarxistin, bû.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gêlo Îsa di dawiya axaftina xwe de got:  "Yekrêziya kurdî dê di roleke girîng di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze û dê rola me di amadekirina destûra Sûriyê de hebe."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kifokti1eCI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>