Koçberên Idlibê: Tirkiyê sînorên xwe girtine û bazaran li ser hejmara koçberan dike

Koçberên gundewarê Idlibê yên ku gihaştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker rolek di koçberkirina şêniyan de dilîze û bazaran li ser hejmara wan dike. Koçberan anîn ziman Tirkiyê tevahiya deriyên sînor li hember koçberan ku ji dijwariya şerên Idlibê direvin girtine.

Koçberên Idlibê: Tirkiyê sînorên xwe girtine û bazaran li ser hejmara koçberan dike
Koçberên Idlibê: Tirkiyê sînorên xwe girtine û bazaran li ser hejmara koçberan dike
Koçberên Idlibê: Tirkiyê sînorên xwe girtine û bazaran li ser hejmara koçberan dike
Koçberên Idlibê: Tirkiyê sînorên xwe girtine û bazaran li ser hejmara koçberan dike
Koçberên Idlibê: Tirkiyê sînorên xwe girtine û bazaran li ser hejmara koçberan dike
5 sibat, 2020   06:00
KOBANÊ

Di dirêjahiya du hefteyan de zêdetirî 200 malbatên ji Idlibê deriyê Ewn Dadat ê li bakurê Minbicê derbasî kirine. Di dema ku rejîma Sûriyê bi destketa balafirên Rûsyayê bajarê Meret El-Nûman û bi dehan gundên derdora rêya navneteweyî Şam-Heleb kontrol dike.

Tugeya El-Şemal a Demokratî ya ku di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de şer dike, bi dehan malbatên ku ji gundewarê Idlibê revîne pêşwazî kirin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku deriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji koçberên Idlibê re vekirine.

Jina navê Hemîde El-Absî ku beriya çend rojan gihaştiye Kampa Ebû Qibîi ya 20 km dikeve başûr rojavayê bajarê Reqayê i got wan kêliyên bi tirs jiyane heta ku gihaştine Minbicê û piştre Reqayê,  nemaze ji ber tevliheviya ewlehiyê li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine.

Hemîde ya  gundê El-Ramî yê çiyayê El-Zawiyê ye diyar dike ku dema jig und derketine hatin topbarankirin, topbaran li ber çavên nuqteyên çavdêr ên Tirkiyê pêk hat ku ev nuqt di bingehê de ji bo çavdêriya agirbestê li wan herêman hatin avakirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide pêdiviyên koçberan ji kon, av û sotemenî peyda dike. Her wiha plan dike kampek din li berava başûrê çemê Firatê li nêzî bajarokê El-Mensûra ava bike. Li gorî endamê rêveber ê kampê Tirkî Dadûi rêveberî hesaba pêlên koçberiyê yên zêde dike li gel ku rejîma Sûriyê û hevalbendên wê ber bi bajarê Seraqêb ve li ser rêya navneteweyî li başûrê Helebê pêş dikeve.

Ji aliyê xwe ve koçbera bi navê Fatme Tewfîq El-Xetîb a ji gundên çiyayê El-Zawiyê ye dibêje: "Tirkiyê tevahiya derî li hember kesên ku ji topbarana Rûsya û rejîma Sûriyê direvin girtine. Ji aliyekî din ve li ser hejmara koçberan a zêde bazaran dike. Bi taybet pere û alîkariyên navneteweyî ku ji koçberan re têne pêşkêşkirin didizin."

Fatme îşaret pê dike ku bi hezaran şênî di vê sermayê de li ser rêyan li gel tunebûna rêbazên jiyanê li herêmên ku Tirkiyê dagir dike xew dikin ku nahêle koçberên Idlibê li wan herêman bimînin.

Tugeya El-Şemal a Demokratî bi malbatên ku dixwazin bên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re koordîne dike, piştî nirxandina ewlehiyê koçber deriyê Ewn Dadat a di navbera Cerablus û Minbicê de derbasî dikin. Ev sê hefte ne koçber ber bi herêmê ve tên.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rJjgtibF3EI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>