‘Fikrên Ocalan ji dîwarên zindanê mezintir in‘

Şêx û rûspiyên êlên Ereb banga rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kirin û gotin êdî rê li pêşiya fikrên Ocalan nayên girtin ji ber ku  li ser astek fireh belav bûne û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine pêkanîn.

‘Fikrên Ocalan ji dîwarên zindanê mezintir in‘
5 sibat, 2020   05:35
TEBQA

Bi nêzîkbûna salvegera 21`an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û ferzkirina tecrîdê re gelên ku fikrê neteweya demokratîk ji xwe re kirine bingeh bang azadiya Ocalan dikin. Piştî ku dewleta Tirk nikarî rê li pêşiya fikrên bigire ew fikr ji gelên azadîxwaz re bûne bingeh.   

Rûspiyên êlên Ereb ên bajarê Tebqayê û gundewarê wê banga azadiya Ocalan kirin.

 Rûspiyê êla El-Sexanî Fewaz El-Bêk got: "Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi bin ketiye. Dewleta Tirk bi hêrs bûye ji ber ku bi girtina Ocalan nikarî armancên xwe pêk bîne. Her wiha fikrê neteweya demokratîk gihaşt tevahiya gelên bindest. Van gelan rêya têkoşînê ji bo ku bigihêjin azadiya xwe pejirandin."

Dewleta Tirk di 15`ê Sibata 1999`an de Rêber Abdullah Ocalan dîl girt.

 ‘AZADIYA OCALAN JI TEVAHIYA MIROVAHIYÊ RE PÊWÎSTIYEK E‘

El-Bêk destnîşan kir ku dibe felsefeya Ocalan di tevahiya zanîngeh û dibistanên cîhanê de werin xwendin. Ji ber ku fikrê wî azad e û tevahiya nêrîn û hêviyên ku banga azadiya mirov dikin dagirtî ye û wiha domand: "Piştî ku min nameya Rêber Ocalan a ku di sala borî de bi rêya xizmekî xwe şandibû xwend, min asta dilşewtiya Rêber Ocalan bi rewşa mirovahiyê hîs kir. Ez bi hestên Rêber hesiyam ên ku asta hezkirina wî ji civaka azad re rave dikin."

 ‘DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ EDALETÊ BIDE XWEDIYÊ FIKRÊ DEMOKRATÎK‘

Di dawiya gotinên xwe de El-Bêk bang li civaka navneteweyî û her kesê ku girîngî dide rûmeta mirov kir ku mijara tecrîda li Rêber Ocalan hatiye ferzkirin di ber çavan re derbas bikin. El-Bêk teqez kir ku pêwîste Ocalan ji girtîgehê were derxistin da ku tevahiya mirovahiyê ji zanist û felsefeya wî sûd bigirin, ji ber ku civaka mirovî îro bi hewcedariya ku tecîrd li ser vî ronakbîrî rabibe.

 ‘ZÊDETIRÎ 20 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE YE LÊ ZORDESTAN ARMANCA XWE PÊK NEANΑ

Girêdayî heman mijarê şêx êla El-Bû Misere Feysel El-Ehmed behsa rêbaza ku Rêber Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin kir û got ku komplo mezin e û fikrê azad a ku mafên mirovahiyê pêk tîne dike hedef.

El-Ehmed destnîşan kir ku fikrê Ocalan tevî ku di zindanê de ye belav bûye û got: "Fikrên Rêbertî bi zora desthilatdariyê rê li pêşiya wê nayin girtin. Îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrubeya neteweya demokratîk a ku Rêbertî pêşkêş kiriye tê pêkanîn û serkeftin ber bi çav bidest xistin. Ev jî îsbat dike ji bo çi dewleta Tirk çima nikare rê li pêşiya belavbûna fikrê azad û demokratîk bigire."

Di dawiya gotinên xwe de El-Ehmed bang li civaka navneteweyî û tevahiya rêxistinên cîhanî yên ku edalet, wekheviyê û mafên mirovahiyê îdia dikin kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku Rêber Ocalan serbest berde. Ji ber ku rizgarkiriya Ocalan ji bo civak û gelan destkeftiya herî mezin e.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Gym7JAT0WXk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>