Di roja 10‘an de şanoya "Derwêşê Evdê" hate pêşand

Şanoya îro ya di 4‘êmîn Mîhrîcana Mîtan de hate pêşandan, di kesayeta "Derwêşê Evdê" de bal kişand ser berxwedana gelê Kurd a li  hemberî dijminan.

Di roja 10‘an de şanoya "Derwêşê Evdê" hate pêşand
Di roja 10‘an de şanoya "Derwêşê Evdê" hate pêşand
Di roja 10‘an de şanoya "Derwêşê Evdê" hate pêşand
Di roja 10‘an de şanoya "Derwêşê Evdê" hate pêşand
Di roja 10‘an de şanoya "Derwêşê Evdê" hate pêşand
Di roja 10‘an de şanoya "Derwêşê Evdê" hate pêşand
Di roja 10‘an de şanoya "Derwêşê Evdê" hate pêşand
Di roja 10‘an de şanoya "Derwêşê Evdê" hate pêşand
Di roja 10‘an de şanoya "Derwêşê Evdê" hate pêşand
Di roja 10‘an de şanoya "Derwêşê Evdê" hate pêşand
4 sibat, 2020   19:07
ŞEHBA – CAFER CAFO – XANDÎ ELO

4‘emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê di roja xwe ya dehemîn a berî dawî de didome. Îro şanoya "Derwêşê Ebvê" hate pêşandan. Nivîskarê şanoyê Rêzan Bekir e û derhêner Mihyedîn Arslan e.

Şano destana  lehengê Kurd "Derwêşê Evdê" û hezkirina wî ya ji bo "Edûlê edibêjeku vê hezkirinê bi hezkirina welat û azadiyê ve girêdide.

Di navbera eşîra Ereb  "Ceys" û osmaniyan li dijî kurdan hevgirtinek çêbû. Herdu alî bûne yek û serweriya xwe berfireh kirin ji ber hikûmekî xweser bi serkêşiya "Temir Milî" ava kirin. Bi deh hezaran Ereb û Osmanî ji bo şerê kurdan bikin lihev kom dibin, di navbera Derwêşê Evdê û bavê Edûlê "Temir Melî" de dijminahî çêdibe piştî ku hezkirina wan keşf dibe.

Piştî Ereb û Osmanî nêzî herêmên di bin kontrola Temir Melî de dibin û dikin ku wan têk bibin, Temir alîkariyê ji Derwêşê Evdê û birayê wî Sadûn dixwaze ku ji eşîra Şerqiya ya Êzidî ya Şengalê ye. Temir dizanî ku Derwêş heta dawiyê ji bo Edûlê şer bike, bi vê yekê dê yekitiya kurdî çêbibe û nakokiyên wan li hember xeteriya mezin bi dawî bibe.

Derwêşê Evdê ku serkêşiya 12 zilaman dike dest bi şer dike. Şer bi rojan dewam dike. Derwêşê Evdê bi lehengî şerê Osmaniyan û hevalbendê wê Ereb dike û wan têk dibe.

Piştî dijmin têk diçe, serî li hîlebaziyan dikin û Derwêşê Evdê ber bi erdekî sîsit tijî mişk ve dibin. Derwêşê Evdê li ser hespê xwe dikeve û dijmin bi riman lê didin û bi giranî wî birîndar dikin, lê namire.

Di dawiyê de Derwêşê Evdê xwe dighîne girekî Şengalê û hezkiriya xwe Edûlê dibîne ya ku bi êşekê qîr dike. Di wê rewşê de Edûlê dîroka gelê Kurd a li dijî wê zulm û komkujî hate kirin û berxwedana zilamên Kurd û rola jin di dîrokê gelê Kurd de parve dike.

Mirina Derwêşê Evdê mirina edalet û azadiyê ye, ketina Derwêş a li ser hespê xwe ketina heqîqet û belavbûna zulmê ye dîsa jî destpêka serdemek nû ya azarên kurd ku hîna berdewam dike.

Derhêner û lîstikvanê rola "Derwêşê Evdê" Rêzan Bekir armanca tevlêbûna xwe ya şanoyê diyar kir û got: " Piştî ku Desteya Çand û Hunereê pêşniyara min a nivîsandina destana Derwêşê Evdê qebûl kir me dest bi kar kir. Armanca me ji vê şanoyê gelê Kurd bi dîroka wê êş û berxwedanî bi bîr bînin da ku wateya azadiyê nas bikin, yekitiya xwe ava bikin û nekevin xefka dijmin."

Lîstikvan Evîn Bîlan a ku rola Edûlê Lîst got: "Dîrok xwe dûbare dike, bûyerên di vê destanê de rû da em îro bi çavê xwe dibînin ji binpêkirinên dijmin ên li dijî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê. Her ku serkeftin nêzîk dibe destê xedirê yên li dijî gel, rêveber û lehengên me dirêj dibe. Lê gelê Kurd gelekî berxwedêr e, ji bo azadiya xwe bê westandin li ber xwe dide, dayikên Kurd lehengan diafirînin ku xeta berxwedanê dişopînin."

Mîhrîcan dê sibe bi belavkirina xelatan bi dawî bibe.

ANHA