SOHR: Tirkiyê 4 hezar û 700 çete şandine Lîbyayê

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê eşkere kir ku hejmara çeteyên ku dewleta Tirk ew şandina Lîbyayê gihaştin 4 hezar û 700 û ragihandin ku hejmara çeteyên ku gihaştine baregehên Tirkiyê ji bo perwerdeyê derdora hezar û 800 çete ne.

SOHR: Tirkiyê 4 hezar û 700 çete şandine Lîbyayê
4 sibat, 2020   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku çeteyên "dilxwaz" ji  koma "Lîwa El-Mutesim", "Sultan Murad", "Lîwa Siqûr El-Şam", "El-Hemzat", "Silêman Şah" û "Lîwa Semerqend" ne.

Li gorî SOHR, di şerê li Terablusê de 80 çeteyên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin, çete di şerên li eniyên taxa Selahedîn a başûrê Terablusê, Remla ya nêzî balafirgeha Terablusê, her wiha eniya projeya Nehda de hatin kuştin. Navendê destnîşa kir ku kuştî û birîndar rakirin 3 nuqteyên tenduristiyê yên bi navê "Meştel, Qedor û Xewt Şeal"

SOHR‘ê ragihand ku derdora 64 çete ji Lîbyayê ji bo Lîbyayê hatin veguhestin.