Rûsya: Tirkiyê hin erkên xwe yên der barê Idlibê de bi cih neanîne

Wezîrê  derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov got, Tirkiyê hin erkên xwe yên sereke yên der barê Idlibê de pêk neanîne û anî ziman ku, Tirkiyê çeteyên Sûrî dişîne Lîbyayê.

Rûsya: Tirkiyê hin erkên xwe yên der barê Idlibê de bi cih neanîne
4 sibat, 2020   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Lavrov bersiva pirsa rojnamevan Rossiyskaya Gazeta da ku malpera fermî ya wezareta derve ya Rûsyayê weşandî. Lavrov got: "Mixabin di vê pêvajoyê de aliyê Tirk nedikarî hin sozên xwe yên bi mebesta çareserkirina bingehîn a pirsgirêka Idlibê pêk bîne."

Lavrov destnîşan kir ku Tirkiyê nedikarî "Opozisyona Sûriyê ya çekdar" a ku bi Tirkiyê re hevkariyê dike û ji diyalogên bi hikûmeta Sûriyê re di çaroveya prosesa siyasî de amade ye ji terorîstên "Cebhet El-Nusra" an ku "Heyet Tehrîr El-Şam" re veqetîne.

Lavrov bi domdarî got: "Agahî hene ku hêzên Tirk li herêma Idlibê belav bûne û di navberê wê artêşa Sûriyê de şer derket. Artêşa me li wir rewşê dişopîne, li gorî daxuyaniyên me yên berê ku Desteya Giştî ya Erkanê dabû, artêşa Tirk li hin deverên herêma kêmkirina şer li Idlibê pêş ket bêyî ku agahî bide, ji ber wê me nedikarî artêşa Sûriyê bi vê yekê agahîdar bikin, derbe çêbûn û bersivên wê hatin dayîn, piştre aliyê Tirk gefên girtina tedbîrên rakirina tolê xwar, ev cihê xemîgiyeke mezin e."

Wezîrê derve yê Rûsya anî ziman ku bi sedan çete ji herêma "kêmkirina şer" li Idlibê ber bi Lîbyayê ve têne şandin da ku beşdarî şer bibin.

Lavrov daxuyand: "Rûsya bi tenê nikare vê pirsgirêkê çareser bike, lê tenê bi banga pêkanîna lihevkirinên der barê Idlibê bêyî şertên pêşîn pêkan e. Moskov vê mijarê bi şirêkên xwe yên Tirk re gotûbêj dike."