Bi berdewamiya êrişan re hêjmara koçberan zêde dibe

Piştî artêşa Tirk a dagirker êrişên dawîn li  ser gundewarên Serêkaniyê û Til Temirê pêk anîn, beşek din ji koçberan gihaşt Kampa Weşûkanî. Rêveberiya Kampê diyar kir ku daxwaza tekane ya koçberan ji rêxistinên navneteweyî û mirovî ew e ku vegerin warên xwe.

Bi berdewamiya êrişan re hêjmara koçberan zêde dibe
4 sibat, 2020   06:00
HESEKÊ-COZA IBRAHÎM

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdtirî 300 hezar kes ji herêmên ser sînor ber bi herêmên dûrî sînor ve koçber bûn.

Ruxmî lihevkirinên Tirkiyê bi Amerîka û Rûsyayê re ji bo rawestandina êrişan lê artêşa  Tirk a dagirker êrişên xwe didomîne û wan lihevkirinan binpê dike.

Di rapora Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê destnîşankirin ku artêşa Tirk a dagirker çekên qedexekirî di êrişên xwe de bi kar aniye. Di encamê de zêdetirî 478 sivîl hatin kuştin û hezar û 70 kesên din birîndar bûn.

Li gel paşguhkirina rêxistinên navneteweyî, koçber di nav dibistanên bajarê Hesekê û Kampa Weşûkanî de dijîn. Rêveberiya Xweser ew navend û kamp amade kirin û Heyva Sor a Kurd alîkarî da.

Di vê dawiyê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gelek herêmên  gundewarên Serêkaniyê, Til Temirê û Zergan kirin. Di encamê de hejmarek mezin ji malbatan koçber bûn. Ji ber wê hejmara koçberan di nav kampê de zêde bû û gihaşt 8 hezar û 500 kes. Berê hejmara wan 7 hezar û 400 kes bû.

Girêdayî rewşên mirovî yên kampê hevserokê Kampa Weşûkanî Hesen Yusif got: "Tevî derbasbûna 4 mehan ji êrişên artêşa Tirk a dagirker û koçberbûna bi hezaran koçber ber bi herêmên ewle ve lê rêxistinên mirovî û navneteweyî bi awayekî guncew mudexele nekirin û alîkariya koçberan nekirin."

Yusif destnîşan kir ku şêniyên di nav kampê de bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî dikin ku mudexele bikin û rê li pêşiya vegera wan ji warên xwe bi dabînên navneteweyî vekin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9`ê Mijdara 2019`an de bi hinceta avakirina herêma ewle li ser sînor û bicihkirina malbatên çeteyan di wan herêman de êriş kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GZjWIGzavyQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>