Şêniyên Hesekê: Şikandina tecrîdê bi yekîtiyê pêkan e

Şêniyên Hesekê diyar kirin ku desthilatdariya Tirkiyê ji ferzkirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan armanc dike gelê Kurd parçe bike. Şêniyan gotin: “Em hêvî dikin ku di demek nêzîk de yekîtî ava bibe. Bi yekitiya xwe em vê tecrîdê bişikînin."

Şêniyên Hesekê: Şikandina tecrîdê bi yekîtiyê pêkan e
4 sibat, 2020   05:35
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Ji dema ku Rêber Ocalan bi komployek navneteweyî dîl hatiye girtin ve, dewleta Tirk  tecrîdek giran lê ferz dike. Nahêle parêzer û malbata wî hevdîtinan pê re çêbikin.  Tenê hindek hevdîtinên sînordar di bin zexta daxwaza bi hezaran çalakvanên grevên birçîbûnê de pêk hatin.

Hevdîtina dawîn di 7`ê Tebaxa 2019`an de  pêk hat. Ji wê demê ve û heta niha desthilata Tirkiyê hevdîtinên parêzeran qedexe dike.

Şêniyên Hesekê tundiya dewleta Tirk a li dijî Rêber Ocalan rexne kirin. Rêber Ocalan di gelek boneyan de rave kir ku ew amade ye çareseriyên pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêşkêş bike.

Şêniyê bi navê Ebdulrezaq Mihemed got: "Komploya li dijî Rêber Ocalan pêk hatiye, heta niha li dijî tu kesî nehatiye meşandin. Ev komplo li dijî tevahiya mirovahiyê bûn.  Ev ji bo gelê Kurd tiştek ne nû ye û ne biçûk e. Lê belê kompoleyek navneteweyî mezin e. Ocalan ji bo azadiya mirovahî, olan û kêmneteweyan kar dike. Da ku bi hev re li ser rêgeza biratiya gelan bijîn. Dewletên kapîtalîzmê fikrê Ocalan li ser siyastên xwe xeter dibînin, ji ber wê Tirkiyê refteriya xwe didomîne û tecrîdê ferz dike. Her kes dizanin ku eger Rêber Ocalan rizgar bibe wê tevahiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin. Ne tenê Kurd,Ereb, Suryan û gelên din fikr û felsefeya Rêbertî qebûl dikin."

Firyal Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya ferzkirina tecrîdê hewl dide gelê Kurd ji Rêbertî dûr bixe û got: “Ji ber ku baş dizane gelê Kurd bi Rêbertî ve girêdayî ye. Em her car teqez dikin ku Ocalan ji gelê ne dûr e. Em li ser fikr û felsefeya wî dijîn. Em hêvî dikin ku di demek nêz de yekîtiya pêkhateyan pêk bê. Em ê bi yekîtiyê tecrîdê bişkînin. Divê tevahiya dewletên cîhanê bizanibin ku gelê Kurd xwedî maf û erk in."

Jina bi navê Sewriye Salih got: “Tirkiye ji tecrîdê armanc dike gelê Kurd parçe bike. Tevî ku Rêber Ocalan ji me dûr e lê em li ser fikr û felsefeya wî dijîn. Em Kurd xwedî vînek xurt in. Kesek nikare me bi fikrên xwe yên kapîtalîzmê û berjewendiyên kesayetî tune bike."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ilzH9mXKqCQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>