Beşdariya jinê ji 4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano re

Kesayeta jina efrînî bi hêz beşdarî  4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano bû. Jin wek derhêner, nivîskar û lîstokvan beşdarî mihrîcanê bûn. Şanoyên girêdayî jinê lîstin û wêneyên ku karîna jinê rave dikin vegotin.

Beşdariya jinê ji 4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano re
Beşdariya jinê ji 4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano re
Beşdariya jinê ji 4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano re
Beşdariya jinê ji 4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano re
Beşdariya jinê ji 4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano re
Beşdariya jinê ji 4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano re
Beşdariya jinê ji 4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano re
Beşdariya jinê ji 4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano re
4 sibat, 2020   06:15
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO

Çalakiyên 4`emîn Mihrîcana Mîstan a Şanoyê di 25`ê Çileyê de destpê kir. Çalakiyên mihrîcanê li hola Çiyayê Kurmênc li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê lidar ketin.

Jina efrînê weke derhêner, lîstokvan û nivîskar tev li mihrîcanê bû. Her wiha karî rola xwe di bin dirûşma `Em jiyanê diçînin` de diyar kir û girêdana xwe bi karê çandî isbat bike.

Du derhênerên jin Zêneb Mihemed û Rûmet Beko û 4 lîstokvanên jin bi berhemên xwe yên hunerî bi navnîşan; Ez diqîrim, Odeya bê çûk û Nisrîn beşdarî mihrîcanê bûn.

‘DOZÊN JINÊ BI RÊYA ŞANOYAN HATIN VEGOTIN’

Şanoya Ez diqîrim Daryo Fo nivîsandiye û Sara Golan derhêneriya kir. Koma Tiyatra Sarya ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê ev şano pêşendan. Navaroka şanyo behsa kesayeta jinekê dike ji ber ku banga xwe kiriye hatiye girtin. di wê dewletê de qedexeye jin banga mafê xwe bike. Ji ber wê rastî îşkenceya derûnî tê.

Navaroka şanoya Odeya bê çûk girêdayî çîroka hezkirinê bû. Bi salan ji hev hez dikin û hezkirina wan vediguhere hezkirinek pîroz. Ev jin salê carekî dildarê xwe dibîne. Ji ber ku mêr ji ber sedemên ne diyar diçe. Jin dixwazin ku bizewicin. Lê  mêr her car mijarê dereng dixe. Ji ber wê jin neba dimîne û dest jê berdide. Dibêje ew ê hertim bi tenê bimîne. Lê hêza xwe ji xwe digire û qanûnên civakê dişkîne. Ev qanûnên ku dibîne jin nikare bi tenê debara xwe bike.

Çîroka sêyemîn bi navnîşan Nisrîn e. Ehmed Ismaîl nivîsandiye û Mihîdîn Ersalan derhêner kiriye. Tê de Rûmet Beko rolê zarokek efrînî dilîze. Ew zarok li bajarekî Sûriyê dimîne. Di dibistanê de rastî reftariyên ne rast ên mamosteyan tê. Lê zarok vedigere gundê xwe. Li wir Şoreşa Rojava destpê dike. Lê artêşa Tirk a dagirker êrişî kantona Efrînê dikin û dagir dikin. Ji ber wê zaroka efrînî neçar dimîne ber bi Şehbayê ve koçber bibe. Li vir bavê wê pêşniyar dike ku biçin Tirkiyê da ku kar bike.

Her wiha lîstokvanên jin tev li pêşkêşkirina berhemên pêlîstokan dibin. Ev berhem her roj beriya destpêkirina şanyo têne pêşendan. Navarokên wan berheman girêdayî çîrokên rewşa şêniyan a rastîn in.

‘KOÇBERÎ BI AWAYEKÎ MEZIN BANDOR LI REWŞA BEŞDARAN KIR’

Derhêner Zêneb Mihemed diyar kir ku Mihrîcana Mîtan bi rengê jinê hate xemilandin. Gelek jin di şanoyan de lîstin, mijarên şanoyan û çîrokan  nivîsandin.

Zêneb çalakiyên mihrîcanê yên îsal bi salên borî re yên ku li Efrînê lidar ketine da ber hev û got: "Ruxmî ku rola jinê di vê mewsimê de kêm bû. Lê em hewl didin bi tevahiya rêbazan rola xwe di şanogeriyê de mezin bikin. Li Efrîn li gorî îro hejmara beşdarên jin zêde bûn. Ez dibêjin sedem koçber û rewşên heyî ne."

Zêneb di dawiyê de got: "Wek lîstokvan em gav bi gav di bin dirûşmeya `Em jiyanê diçînin `kar dikin da ku bersîva siyastên Erdogan bidin. Em ji jinên Kurd re dibêjin çendîn merc dijwar bûn, divê ew bandor li wan neke û armancên xwe pêk bînin."

(şx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8L7MuUSRYSo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>