‘Diyalogên Sûrî-Sûrî garantiya çareseriya aloziya Sûriyê ne’

Berpirsê Partiya Sûriya Pêşerojê yê bajarê Tebqayê û endamê Kongreyê Giştî Musena Abdulkerîm, îşaret bi çareseriya aloziya Sûriyê kir û got: “Tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê diyalog û durketina ji ajandeyên derve ye. Diyalogên Sûrî-Sûrî garantiya çareseriya aloziya Sûriyê ne.”

‘Diyalogên Sûrî-Sûrî garantiya çareseriya aloziya Sûriyê ne’
4 sibat, 2020   05:20
TEBQA-UDEY EHMED-XAZÎ MENSÛR

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve buyer û rûdanan isbata binketina çareseriya leşkerî û çareseriyên rasterast bi ajandeyên derve girêdayî kirin. Ji ber ne pêkan e bikarin ji qeyrana Sûriyê re bibin bersiv. Li ser vî esasî gelên Sûriyê banga diyalogên Sûrî-Sûrî dikin.

Berpirsê  Partiya Sûriya Pêşerojê yê bajarê Tebqayê û endamê Kongreyê Giştî Musena Abdulkerîm di derbarê sedemên dirêjbûna aloziya Sûriyê û çareseriya wê de ji ajansa me re axivî.

Abdulkerîm di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê; diyalogên Sûrî-Sûrî û durketina ji ajandeyên derve ye. Bi vê yekê wê dawî li êş û azara gelên Sûriyê bê. Opozîsyona Sûriyê  bûye amûra pêkanîna berjewendiyên Tirkiyê. Opozîsyon nûnertiya gelên Sûriyê nake, tenê ji bo pêkanîna berjewendiyên Osmaniyan tê bikaranîn. Qetilkirina gelên Sûriyê rewa dike, ji ber vê yekê ji cîhanê hemûyê re eşkere bûye ku ew çete ne û dewleta Tirk opozîsyonê wekî navbeynkarê pêkanîna xewên Osmaniyan bi kar tîne.”

‘GELÊ SÛRÎ DIBE QURBAN’

Abulkerîm bal kişand ser aloziya Sûriyê ku bû sedema koçberkirina sivîlan, nexasim geşedanên dawîn li Idliba Sûriyê diqewimin. Abdulkerîm got: “Gelên Sûriyê dibine qurban. Ji ber çareseriyên leşkerî herêmê dixe xeteriyê. Lewma gelên sûrî ji plan û ajandeyên derve bêhêvî mane.”

‘DIYALOGÊN SÛRÎ-SÛRÎ GARANTIYA AŞÎTIYÊ NE’

Musena Abdulkerîm bal kişand ser cezayên aborî yên li dijî hikumeta Sûriyê û wiha got: “Cezayên wiha dê bandoreke neynî li aboriya gelên Sûriyê bike. Lewma pêwîstî bi diyalogên Sûrî-Sûrî hene.Tenê gelên Sûriyê dikarin dawî li aloziyê bînin. Ji ber dizanin çareseriyên li derve têne amajekirin sûdê nadin. Mînaka wan jî; hevpeymanên Astana û Cinêvê ne, ku aloziya Sûriyê gurtir û dirêjtir dikin.’

‘XAKA KU HATIYE DAGIRKIRIN DÊ LI XWEDIYÊN XWE VEGER E’

Abdulkerîm piştrast kir ku erdnîgariya Sûriyê ya ku dewleta Tirk û çeteyên xwe dagirkirine, dê li xwediyê xwe veger e. Abdulkerîm gotinên xwe wiha domand: “Wê xak li xwediyê xwe vegere û dê dîrok jî şahidiya vê yekê bike. Ji ber rizgarkirin û yekîtî ji bangên gel û partiyê ye. Pê ve girêdayî vîna gelan ji siyaset û komployan xurtir e. Lewma divê Erdogan baş bizane ku Osmanî binket, ji xakê derketin û destwerdana ji xaka Sûriyê re, li dijî gelên Sûriyê pêkanîna sûcdan tenê binketina dewleta Tirk bi xwe re tîne.”

‘BANGA GELAN DIYALOGÊN SÛRÎ-SÛRÎ NE’

Têkildarî rewşa gelên Sûriyê berpirsê buroya Partiya Pêşeroja Sûriyê şaxê Tebqayê û endamê Kongreyê Giştî Musena Abdulkerîm wiha anî ziman: “Di pêvajoya aloziya Sûriyê de, dewletên îdîayên parastina mafên mirovan dikin, nekarîn ji azara gelên Sûriyê re bibin bersiv. Lewma pêwîstî bi diyalogên Sûrî-Sûrî heye. Ji ber gelên Sûriyê xwedanên xakê ne û dikarin çareseriyê ji aloziyê re bibînin.”

Musena Abdulkerîm wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelên Sûriyê ticarî li hêviya civînên li derveyî welat têne lidarxistin nemane. Ji ber armancên wan diyar bûne û dûrî parastina rûmeta gelên Sûriyê ne.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P7oBRfKuD4w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>