ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04 -02-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04 -02-2020
4 sibat, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê merasîmê sersaxiyê yê şehîdên Berxwedana Serdemê Nemir Efrîn, Dilpak Efrîn û Bakur û Efrînê li navçeya Ehdasê li dar dixe, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîdê sivîl Elî Menla yê ku di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Aqîbe yê navçeya Şêrawayê şehîd bibû, oxir dikin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyê ku bi Rêber Ocalan re rûniştiye, diyar kir ku pêwîste gel xwe bi rêxistin bibe da ku yekrêziya Kurdî ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê diyar kirin ku desthilatdariya Tirkiyê ji ferzkirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan armanc dike gelê Kurd parçe bike. Şêniyan gotin: “Em hêvî dikin ku di demek nêzîk de yekîtî ava bibe. Bi yekitiya xwe em vê tecrîdê bişikînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkildarî yekîtiya partiyên kurdî ajansa HAWAR`ê nêrînên gel girtin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bal kişandin ser berdewamiya zexta li ser partiêyn siyasî yên kurdî, da ku yekrêziya siyasî misoger bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Berpirsê Partiya Sûriya Pêşerojê yê bajarê Tebqayê û endamê Kongreyê Giştî Musena Abdulkerîm, îşaret bi çareseriya aloziya Sûriyê kir û got: “Tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê diyalog û durketina ji ajandeyên derve ye. Diyalogên Sûrî-Sûrî garantiya çareseriya aloziya Sûriyê ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Partiya Demokratîk Sûriyê Merwan Esaf Ehmed axivî û got: “Çareseriya aloziya Sûriyê bi diyalogên Sûrî-Sûrî re misoger dibe, lewma divê gelên Sûriyê li dijî dewletên hewldana şer dikin bisekinin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Tevî zor û zehmetiyan koçber di berxwedana xwe de bi israr in û bi êşên zarokên xwe rû bi rû ne. Mînaka berxwedan û kişandina zehmetiya astengdaran, malbata Temam Mele Xidir e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kesayeta jina efrînî bi hêz beşdarî  4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano bû. Jin wek derhêner, nivîskar û lîstokvan beşdarî mihrîcanê bûn. Şanoyên girêdayî jinê lîstin û wêneyên ku karîna jinê rave dikin vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-4‘emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê di roja 10‘an de bi dawî dibe, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Bi avakirina saziyên Rêveberiya Xweser li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê û xebitandina ciwanan di nav saziyan de rêjeya betaliyê li navçeyê ji sedî 80 daket. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî artêşa Tirk a dagirker êrişên dawîn li  ser gundewarên Serêkaniyê û Til Temirê pêk anîn, beşek din ji koçberan gihaşt Kampa Weşûkanî. Rêveberiya Kampê diyar kir ku daxwaza tekane ya koçberan ji rêxistinên navneteweyî û mirovî ew e ku vegerin warên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Qamişlo li ser buhayên lênêrîna bijîşkan gazin kirin û li hemberî van gazinan Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku buhayên lênêrînê nehatine zêdekirin û  bjiîşkên ku buhayên lênêrîna xwe zêde bikin dê ceza bixwin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA