`Divê em xwe birêxistin bikin`

Şêniyê ku bi Rêber Ocalan re rûniştiye, diyar kir ku pêwîste gel xwe bi rêxistin bibe da ku yekrêziya Kurdî ava bikin.

`Divê em xwe birêxistin bikin`
4 sibat, 2020   06:03
HELEB-ARIF SILÊMAN

Desthilatdariya Tirkiyê tecrîda girankirî ku Rêber Ocalan ferz kiriye didomîne. Hevdîtinên parêzer û malbatê li ser qedexe dikin.

Dema Rêber Abdullah Ocalan li Lubnan û Sûriyê bû, gelek dewreyên fikrî vekir.  Her wiha bi gelek kurdistaniyên Lubnanê re rûnişt.

Reşîd Reşo ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ye. Di salên nodî de li Lubnanê maye. Di sala 1991`an de di şahiya 15`ê Tebaxê de li Akademiya şehîd Mehsûm Korkmaz bi Rêber Abdullah Ocalan re rûdine.

Reşo wiha qala wan rojan kir: “Cihê şahiyê bi al û sembolên Kurdî hatibû xemilandin. Ez bi wan pir serbilind bûm. Piştî bidawîbûna şahiyê, Rêber Ocalan wê civînek ji gel re di saetên nîvro de lidar xistiba. Lê ji ber sedemên ewlehiyê civîn betal bû. Ji ber ku wê rojê serokwezîrê Tirkiyê Mesûd Yilmaz serdana Israîlê kir. Lê di heman rojê de Rêber Ocalan di saet 11:00`an de lidar xist. Ew civîn 3 saetan dom kir. Rêber Ocalan di wê civînê de behsa mijara yekîtiya Kurdî û sedemên wê kir.”

Reşo got: “Rêbertî got, ‘Eger gelê Kurd xwe birêxistin  neke nikare yekîtiya xwe ava bike. Ji ber ku civaka birêxistinkirî dikare maf û nasnameyên xwe biparêz e. Di civînê de şêniyek ji Rêbertî pirs kir: Kijan dewlet alîkariya Kurdan dikin? Rêbertî wiha bersîv da û got ‘ne girîng ku kî bi me re ye yan jî li dijî me ye. Divê em ji bo gel, welat û axa xwe, xwe birêxistin bikin. Guleya ku di 15`ê Tebaxê de hatiye avêtin, dîwarê tirsê yê gelê Kurd şikand.’ Rêber Ocalan di roja din de carek din bi şêniyan re civiya û behsa dîrok, avabûna Partiya Karkerên Kurdisatnê û berxwedana zindanan kir."

Her wiha Reşo got: "Gelê Kurd bi fikrê Serok Apo ve girêdayî ye. Gelê ku Rêbertî nedîtiye, gotinên wî bi rêya qeydên deng û vîdyoyan guhdar dike."

Di dawiyê de Reşîd Reşo diyar kir ku divê civak xwe birêxistin bike û fikrê Ocalan belav bike, ji ber ku ew erkek neteweyî ye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sD6vxIU03jo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>