SANA: Êrişî li ser baregeha Himêmîn hate bersivandin

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî rejîma Sûriyê ragihand ku baregeha asîmanî ya Himêmîm êrişa bi du balafirên bê mirov a li ser baregehê asteng kir û balafir xistin xwarê.

SANA: Êrişî li ser baregeha Himêmîn hate bersivandin
3 sibat, 2020   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Kenalek girêdayî rejîma Sûriyê ragihand ku pergala parastina hawayî ya baregeha hawayî ya Himêmîn a Sûriyê du balafirên bê mirov li nêzî baregehê xistin xwarê.

Li gorî nûçeya ajansa SANA‘yê ya rejîmê: "Pergala parastinê bersiva balafirên bê mirov da ku komên terorîst avêtin balafirgeha Himêmîm a li bejahiya Laziqiyê."

Ji sala 2015‘an ve Rûsya ya ku desteka rejîmê Sûriyê de baregeha Himêmîm bi rêve dibe.