El-Mismarî: Pêkanîna agirbestê desteka Erdogan a bi terorê re eşkere kir

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got, pêkanîna agirbestê desteka Erdogan a bi terorê eşkere kir û diyar kir ku Erdogan ji bo pêkanîna çalakiyên xwe yên terorîst şirketeke ewlehiyê ava kir.

El-Mismarî: Pêkanîna agirbestê desteka Erdogan a bi terorê re eşkere kir
3 sibat, 2020   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî di kongreyeke çapemeniyê de got: "Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê li gorî biryara agirbestê tevdigere da ku derfetekê ji bo çareseriya aştiyane bide û dijmin li pêşberî civaka navdewletî teşhîr bike."

El-Mismarî got: "Pêkanîna agirbest Erdogan ê destekê dide terorê li pêşiya civaka navdewletî teşhîr kir."

Ehmed El-Mismarî delîlên piştgiriya Tirkiyê ya bi terorê re pêşkêş kir û got: "Erdogan şirketek ewlehiyê ava kir ku veguherî rêxistina îxwanan da ku çalakiyên xwe yên terorîst pêk bîne."

El-Mismarî anî ziman ku "Erdogan armanc dikir ku 18 hezar terorîst bişîne Lîbyayê. Tirkiyê derdora 2 hezar endamên Cebhet El-Nusra di rêya balafirgehea Miêtîqa de anî Lîbyayê."