Hêzên rejîmê rêya M4 derbas kir

Hêzên rejîma Sûriyê piştî gundê Tesreb kontrol kir, rêya M4 derbas kir. Bi vêyekê 8 km nêzîkî bajarê Idlibê dibe.

Hêzên rejîmê rêya M4 derbas kir
3 sibat, 2020   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandin ku li bejahiya başûrê Helebê û gundewarê rojhilatê Idlibê şerê di navbera komên çete yên girêdayî Tirkiyê û hêzên rejîma Sûriyê de bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.

Navendêdiyar kir ku hêzên rejîmê careke din li eniya Seraqib a rojhilatê Idlibê bi pêş ket û gundên Neyreb ê nêzî rêya Heleb-Laziqiyê kontrol kir û gihaşt rêya M4 û rê derbas kir. Bi vê yekê hêzên rejîmê 8 km nêzî bajarê Idlibê dibe.

Hate ragihandin ku hêzên rejîmê îro bi zêdeyî 450 derbeyên hawayî bejahiya Heleb û Idlibê bombebaran kir.

Ajansa Nûçeyan a Interfax li ser zimanê Wezareta Derve ya Rûsyayê got: "Wezîrên Derve yên Rûsya û Tirkiyê îro li ser girîngiya rêzgirtina ji lihevkirina derbarê Idlibê de lihev kirin."

Ev hefteyeke topbarana û bombebarana li ser bajarê Idlibê ya ji bo kontrolkirina rêya diwelî gûr e û di navbera Rûsya û Tirkiyê de alozî derkeribû.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Rewşa li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê ji bin kontrolê derketiye."

Erdogan her wiha gotibû welatî wê dê bersiva êrişa ku di encamê wê de leşkerên wî hatin kuştin bide. Erdogan ragihand ku Tirkiyê bi dehan baregehên rejîma Sûriyê bi balafir û obusan rejîma Sûriyê kirin hedef. Lê navenda lihevanînê ya Rûsya ya li Sûriyê ev daxuyanî derewand û got, balafirên Tirkiyê xaka Sûriyê derbas nekiriye.