Topbarana li ser gundên Şerayê didome

Artêşa Tirk a dagirker êrişa li ser gundên navçeya Şerayê didomîne.

Topbarana li ser gundên Şerayê didome
Topbarana li ser gundên Şerayê didome
Topbarana li ser gundên Şerayê didome
Topbarana li ser gundên Şerayê didome
Topbarana li ser gundên Şerayê didome
3 sibat, 2020   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji saetên sibehê ve heta vê kêliyê gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe û Kela Şewarxe yên navçeya Şera ya kantona Efrînê bi dijwarî topbaran dikin.

Di topbarana vê sibehê ya li ser gundê Eqîbê yê navçeya Şêrawayê de şêniyê bi navê Elî Menle Ebû Şabo şehîd bû.

Di dîroka 31‘ê Çileyê de mala Elî Menle Ebû Şabo ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibû topbarankirin. Elî ji ajansa me re axivî û gotibû: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundên tijî sivîl topbaran dikin û sivîlan dikin hehef. Em ê li ber xwe bidin û malên xwe terik nakin."

Elî di axaftina xwe de pirs: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê çi ji sivîlan dixwazin? Em ê li ser xaka xwe bimînin û dernakevin, ji ber ku em mafdar in û em ê li ser xaka xwe bimirin."

ANHA