Dagirker gundên Til Temirê topbaran dikin û çete û çekên giran bi cih dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê bi dijwarî topbaran dike û li gundên din jî hejmareke zêde ya çete û çekên giran bi cih dikin.

Dagirker gundên Til Temirê topbaran dikin û çete û çekên giran bi cih dikin
3 sibat, 2020   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran dikin.

Çeteyên li gundên Rîhaniyê xwe bi cih kirine malên gundiyan dişewitînin.

Li aliyekî din leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Dibsa, Begara, Girê Şehîd Dilşêr û Amiriyê hejmareke zêde ya çete û çekên giran bi cih dikin. Çeteyan li gundên navborî dest bi çêkirina mewziyan kirin.

ANHA