Li Hesekê ji bo 5 cangoriyên azadiyê merasîmek hate lidarxistin

Cenazeyê şehîdê Berxwedana Rûmetê Mehmûd El-Nezal li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hate veşartin. Di merasîmê de nasnameyên 4 şehîdan hatin eşkerekirin.

3 sibat, 2020   15:40
HESEKÊ

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şervanê QSD‘ê Mehmûd El-Nezal (Newres El-Dêr) hate veşartin.

Girse cenazeyê şehîd ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan pêk dihat ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîma leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve destpê kir.

Piştî merasîma leşkerî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Bedrî Hewala axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û lehengên ku di oxira azadiya vî welatî de canê xwe feda kirine silav dikin."

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê Azad Eyûb axivî, soz da malbatên şehîdan ku dê xeta zarokên wan ên şehîd bişopînin heta sûriyeke azad û demokratîk ava bibe.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîd Mehmûd El-Nezal xwend û radestî malbata wî kir. Her wiha nasnameya 3 şervanên QSD û endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di dem û mekanên cûda de şehîd bûne hatin eşkerekirin. Nasnameyên şehîdan wina ne, şervanên QSD‘ê Xidir Salih (Yelmaz Hesekê), Remedan Etiya (Dilşêr Qamişlo), Sexir Ehmed (Dilbirîn Serêkaniyê) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rodî Ebas.

Şervanan cenazeyê hevalê xwe yê şehîd Mehmûd El-Nezal hilgirtin ser milê xwe û di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA