Meclisa Ewlehiyê: Serçeteyekî nû DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê bi rêxistin dike

Di rapora Meclisa Ewlehiyê de hişyarî li ser rêxistina DAIŞ’ê hat ku ji nû ve xwe li Iraq û Sûriyê bi serkêşiya serçeteyekî nû bi rêxistin dike. Tê texmînkirin ku serçeteyê nû ji endamên rêxistinê yên li Iraqê be ku komkujî li dijî êzidiyan pêk aniye.

Meclisa Ewlehiyê: Serçeteyekî nû DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê bi rêxistin dike
31 ÇILE, 2020   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rapora Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de wiha hate gotin: "Piştî têkbirina rêxistinê li ser erdê, xwe ji nû ve li Iraq û Sûriyê komî ser hev dike, her wiha êrişên bênavber pêk anîn û bang li derxistina çeteyên rêxistinê ji girtîgehan kir û rêxistinê lawazbûna rewşên ewlehiyê li hinek welatan wek fersend dît.”

Raporê eşkere kir ku yek ji sedemên nermbûna rêxistina DAIŞ’ê, çavkaniyên piştevaniya wan e, bi taybet piştî têkçûna lêçûnên rêxistinê yên giştî ku dewleteke wan a mezin tune ye ku bi rê ve bibe.

Li gorî nirxandinên ji hêla dewletên endam ên Meclisa Ewlehiyê, hê 100 milyon dolar di xezîneya DAIŞ’ê de heye.

Di Tîrmeha 2019’an de lezbûnek di xebata jinûve damezirandina DAIŞ’ê de weke şebekeya nepenî pêk hat ku çawa li Iraqê di 2017’an de çêbû.

Sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de bi awayekî pêkan ne ewle bû, bi wê re jî tevgerên hin çekdaran di navbera her du dewletan de çêbûn. Her wiha pêşketinên dawîn ên li rojhilatê Firatê bûn sedema çalakkirina DAIŞ’ê li parêzgehên Dêrazor û Hesekê û hedefgirtina Koalîsyona Navdewletî û komên çekdar ên herêmî yên nehikumî.

Raporê eşkere kir ku fermandarê nû yê rêxistinê, Emîr Mihemed Seîd Abdurehman Mihemed El-Mewla ye ku cîgirê Ebû Bekir El-Bexdadî ye, lê belê ev agahî hê jî nehatiye piştrastkirin.

Di rapora NY’yê de hat ku biryara Trump a payîza borî ya sivikkirina hejmara hêzan li Sûriyê, xeteriyeke mezin der barê kiryarên revandinê li ser bi hezaran girtiyên di girtîgehên QSD’ê de ne, çêkir. Hejmara girtiyên DAIŞ’ê yên di van girtîgehan de nêzî 10 hezar çekdar in, ji wan jî çekdarên biyanî hene, her wiha raporê anî ziman ku îhtîmal e girtîgehên jinan bibin girtîgehên tundraw.

Di rapora NY’yê hate diyarkirin  ku koka Tirkmenî ya emîrê DAIŞ’ê yê nû El-Mewla, hişt ku hin dewlet ji nû ve nirxandinê bikin ku tenê bijarteyeke demkî ye heta ku kom emîrekî dîtir ê herî rewa ku ji nesla Qureyşê ye, bibîne. Dê DAIŞ di demeke dirêj de li hember astengiyan be, ew jî bi sedema bicoşbûna alîgirên wê ya erêkirina fermandarê nû ye.

Raporê da zanîn ku xetereya DAIŞ’ê di 2015-2017’an de dema ku serweriya rûbereke mezin li Sûriyê û Iraqê dikir, kêmtir bû û pêleke êrişan li tevahî cîhanê pêk anî. Lê belê metirsiya mezin der barê nermbûna rêxistinê û alîgirên wê yên li derdora cîhanê û gefa muhtemel a rêxistina El-Qaîdeyê de heye.

Şaxên El-Qaîdeyê ji DAIŞ’ê li hin herêmên binakok bêhtir in, bi taybet li herêma perava Afrîkayê, Somal, Yemen û Bakur û Rojavayê Sûriyê. Her wiha raporê hişyarî li ser kedên hevpar ên DAIŞ’ê û El-Qaîdeyê li rojavayê Afrîkayê da.

Diyar e ku rêxistina DAIŞ’ê tevî eşkerekirina hin belgeyan li Sûriyê der barê plankirina DAIŞ’ê ya ji nû ve damezirandina bûyerên xwe ya piştevaniya ajanên xwe li Ewropayê bi rêya plan û pêkanîna êrişan, pêkanînên xwe yên plankirina li derve nû nekirine. Tevî lawazbûna binesaziya niha ya rêxistinê, lê xeteriya êrişan li dijî Ewropayê heye ku ajanên berê yên pispor pêk bînin.

Di nirxandina li ser xetereya El-Qaîdeyê de, raporê bal bi taybet kişand ser koma Huras El-Dîn a alîgiriya El-Qaîdeyê ku ji 3 hezar û 500 heta 5 hezaran pêk tê, li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê ne. Her wiha fermandariya vê komê niyet dike ku jinûve êrişên xwe yên derve li dijî berjewendiyên rojava û DYA’yê pêk bînin.

Xetereya çekdarên biyanî hê zêdetir e, her wiha zêdetirî 40 hezar çekdar tev li rêxistina DAIŞ’ê bûn û hê jî dijîn. Dê ev jî bibe gefeke cîhanî ku DAIŞ û El-Qaîde dixwin.

(fr)