6 jinên DAIŞ’î yên ku hewl dida ji kampa Holê birevin, hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 6 jinên DAIŞ’î ku hewl dida ji kampa Holê tevî zarokên xwe birevin, girtin.

6 jinên DAIŞ’î yên ku hewl dida ji kampa Holê birevin, hatin girtin
6 jinên DAIŞ’î yên ku hewl dida ji kampa Holê birevin, hatin girtin
31 ÇILE, 2020   11:35
HESEKÊ

Îro komeke jinên DAIŞ’î bi hejmara 6 jin û 9 zarokan ên welatiyên Rûsya, Tirkiye, Daxistan Çeçenistan û Gurcistanê hewl da ji kampa Holê ber bi Tirkiyê ve birevin.

Lê hewldana wan bi bin ket û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew kom girt.

Kampa Holê ya ku 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê ji xeternaktirîn kampan e ku tê de zêdetirî 71 hezar penaber û koçber dijîn. Ji wan 40 hezar jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê ne.

(fr)

ANHA