Dewleta Tirk li Terablusê baregeheke nû çêdike

Dewleta Tirk dan û standinan bi hikumeta El-Wifaq re pêk tîne da ku baregeheke leşkerî ya biçûk li nêzî Terablusê ava bike û derbaskirina çekên Tirkiyê li baregeha Miêtîqayê didome.

Dewleta Tirk li Terablusê baregeheke nû çêdike
31 ÇILE, 2020   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera El-Erebiye Net dê baregeha ku Tirkiyê ava dike, berpirsa çalakiyên leşkerî li Lîbyayê be û hêzên Tirkiyê yên taybet û yên deryayî beşdar bibin, her wiha cihê daketina balafiran û hevkariya bi hikumeta El-Wîfaq re ye.

Çavkaniyan ji malperê re wiha got: “Hikumeta El-Wîfaq dan û standinan ji bo kirîna balafirên leşkerî û bêpîlot ji Tirkiyê pêk tîne, her wiha 2 balafirên Tirkiyê di 48 seatên dawîn de gihîştin Terablusê û fermandarên hikumeta El-Wifaq û hevkariya bi endamên Îxwanan re  pere ji Lîbyayê derbasî Tirkiyê kir.”

Şêwirmendê navneteweyî yê Lîbyayê Xesan Selamê ji Meclisa Ewlehiyê re ragihand ku hikumeta El-Wîfaq bi serkêşiya Fayîz El-Sîrac alîkariyê ji aliyên biyanî digire û îşaret bi Tirkiyê kir.

Her wiha leşkerên biyanî yên ku desteka hikumeta El-Wîfaq dikin, bi hezaran hatin Terablusê û li nuqteyên li nêzî hêzên Lîbyayê belav bûn.

Fermandarên Tirkiyê çavdêriyê li ser derbaskirina çekên giran li Terablusê, odeya çalakiyan,  veguhastina leşkerên ji Kenya û Somaliyê, plana şopandina bircên çavdêriyê li Terablusê dikin. Ev yek di demekê de ku serdaneke veşartî ku serokê îstîxbarata Tirkiyê Hakan Fîdan li Terablusê pêk anî, da ku çavdêriya rewşa meydanî bike, pêk hat.

(jo)