Artêşa Tirk aboriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc

Artêşa Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirinan pêk tîne, dergehên sînor digire, dîwarên parçekirinê lê dike û çandina zeviyên li nêzî sînor asteng dike.

Artêşa Tirk aboriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc
Artêşa Tirk aboriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc
Artêşa Tirk aboriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc
Artêşa Tirk aboriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc
Artêşa Tirk aboriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc
Artêşa Tirk aboriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc
Artêşa Tirk aboriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc
31 ÇILE, 2020   06:57
QAMIŞLO - NEJBÎR OSMAN-ÎSAM ABDULAH

Piraniya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê debara xwe bi çandiniyê dikin, ji ber vê yekê genim û ceh berhemên sereke yên herêmê ne. Dewleta Tirk bi armanca derbkirina aboriya herêmê, depoyên Serêkaniyê û Girê Spî talan kirin, genim û tov dizîn. Ji ber vê yekê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pariyê nanê xwe heyirî mane.

Tê zanîn ku sala derbasbûyî çeteyên DAIŞ`ê dexl û danên cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewitandin. Desteya Aborî û Çandiyê diyar kir ku 435 hezar û 500 donim erd şewitîne û bêhtirî 19 milyar lîreyên Sûriyê ziyan daye.

Gundê Eyn Dîwer ê herêma Dêrikê û raserî sînorê bi Bakurê Kurdistanê re, bi çandiniyê, erd û ava xwe tê naskirin, lê cotkarên gund ji beriya 5 salan ve ji çandina erdê xwe bê par mane. Erdên hin cotkaran nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê ye û dema nêzî erdên xwe dibin, artêşa Tirk a dagirker guleyan li wan direşîne, ji ber vê yekê salên derbasbûyî çend kes birîndar bûn.

Şêniyan diyar kir ku salên derbasbûyî ji ber êrişên artêşa Tirk zêdetirî 7 hezar donim erd nehat çandin û aboriya herêmê derbe xwar.

Lê tevî êrişan cotkarên Eyn Dîwerê ji beriya çend rojan ve amadekariyên danîna şitilgehên havînê dikin. Şitilên sebzeyên havînê li erdên çandiniyê yên gundên nêzî Eyn Dîwerê û hemberî ava Dîcleyê yên Çemşeref, Şekirxac, Dêrika Beravê û Mezrê datînin. Şênî sebzeyên wekî xiyar, bacan, bacanên reş, îsot, şemamok û talik diçînin.

Cotkarê bi navê Abdulrehman Abdullah got: “Eyn Dîwer bi çandiniya xwe tê naskirin, hem sebzeyên demsala havînê û hem jî yên zivistanê diçînin.”

Abdullah îşaret bi êrişên artêşa Tirk û bandora wê ya li debara şêniyan kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Piştî artêşa Tirk rê neda cotkaran erdên xwe biçîninîn, piraniya cotkaran neçar man erdên herêma Beravê bigirin. Gund 30 km dûrî Eyn Dîwerê ye û lêçûn zêde dibe.”

Cotkarên Eyn Dîwerê piştrast kir ku tevî artêşa Tirk êriş dikir, lê ew erdê xwe diçînin û debara xwe pê dikin.

Ne tenê herêmê Dêrikê lê gundê Eyn Dîwer bi taybet ji êrişên artêşa Tirk bê par nemane û li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî êrişan pêk tînin û projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser dikin armanc. Artêşa Tirk 9’ê Cotmeha 2019`an êrişî navçeya Til Temir kir û di encamê de 50 hezar donim ji gundan dagir kirin û 10 hezar donim erdên nêzîkî çeteyan nehatin çandin.

Desteya Aborî û Çandiniyê diyar dike ku dewleta Tirk li herêma Girê Spî 4 milyon û 750 hezar donim dagir kir. Di heman demê de li Serêkaniyê jî milyonek û 440 hezar donim dagir kir. Ji ber vê yekê bandor li aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. 

Li kantona Qamişlo ku bi çandiniya xwe tê naskirin, artêşa Tirk melakên zêdetirî 200 hezar donimî ji mafê çandiniyê bê par kir.

Hevserokê Rêveberiya Çandinî û Sewalkariyê ya kantonê Ehmed Silêman di demên derbasbûyî de diyar kiribû ku artêşa Tirk ne tenê sivîlan dike armanc, lê belê aborî û xwezayê jî dike armanc.

Di milekî din de dewleta Tirk dixwaze çemên Dîcle û Firatê yên ku di herêmê re derbas dibin, kêm bike. Çemên Dîcle û Firatê ji erdên Bakurê Kurdistanê tên û gelek erdan av didin.

ARTÊŞA TIRK HEWLDANA GUHERANDINA HERIKÎNA ÇEMAN DIKE

Dewleta Tirk li Bakurê Kuristanê bîran dikole û ji ber vê yekê kaniyên nêzî herêmên nêzî sînor, dimiçiqin.

Her wiha gelek caran kanalîzasyon di ava çeman re vekiriye, mînaka vê yekê jî dema kanalîzasyon di çemê Celab ê ku di Girê Spî re derbas dibe, vekir, di encamê de bandor li 2 hezar hektar erd kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-lK9pGvvOas" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>