‘Divê saziyên navneteweyî erkên xwe yên li dijî tecrîdê bi cih bînin’ 

Parêzer Mihemed Emîn Neîmî diyar kir ku siyasta li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin li dijî qanûnên mafên mirovan e. Neîmî bang li dadgeha naveteweyî ya Lahay, dadgeha Ewropî û rêxistina Efû ya navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe li hember van kiryaran bi der kevin.

‘Divê saziyên navneteweyî erkên xwe yên li dijî tecrîdê bi cih bînin’ 
31 ÇILE, 2020   06:36
QAMIŞLO-ŞÎNDA EKREM –EHMED SEMÎR

Parêzer û endamê Yekitiya Parêzaran a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn Neîmî diyar kir ku desthilata Tirkiyê bi rêya ferzkirina tecrîd û cezayên displînê li dijî Rêber Ocalan qanûnên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan bin pê dike.

Neîmî di destpêka axaftina xwe de got: “Tu qanûn li cîhanê tune ne ku hevdîtinên parêzer û malbatên girtiyan qedexe bike. Cezayê wan çi dibe bila bibe. Bi taybet eger girtiyê siyasî be.  Dewleta Tirk bi siyasetên xwe li dijî Rêber Ocalan qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan bin pê dike. Dîroka wê tijî binpkirinên hovane yên li dijî mafên mirovan e. Ragihandina cîhanê ya mafên mirovan; belgeya mafên navneteweyî  û NY`î di 10`ê Kanûna 1948`an de. Ragihandina Roja Cîhanê ya Mafên Mirovan belgeyeke navdewletî ye, Neteweyên Yekbûyî di 10’ê Kanûna 1948 li Qesra Chao ya Parîsê pejirand. Ev bang ji 30 bendan pêk tê, behsa nêrîna Neteweyên Yekbûyî ya derbarê mafên mirovan dike.”

‘DIVÊ SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ ERKÊN XWE BI CIH BÎNIN’

Parêzer Mihemed Emîn Neîmî bang li saziyên navneteweyî ku wek dadgeha edlê ya Lahay, dadgeha ewropî ya mafên mirovan a Strasbourg û Rêxistina Efû ya Navneteweyî ya girêdayî mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.  Neîmî got: “Divê erkên xwe li hember binpêkirinên dewleta Tirk ji mafên mirovan û ferzkirina tecrîdê li ser Ocalan bînin cih. Divê dewleta Tirk bihêle parêzer û malbata hevdîtinan bi Rêber Ocalan re çêbikin.”

 Desthilatdariya Tirkiyê tecrîdek giran li Rêber Ocalan ferz dike û hevdîtinên parêzer û malbat qedexe dike.

Parêzeran piştî 8 salan cara yekmîn hevdîtin di 2`yê Gulana 2019`an de karîn hevdîtinê bi miwekilê  xwe re pêk bînin. Piştre hevdîtin di 2 û 22`yê Gulan, 12 û 18`ê Tîrmeh, 7`ê Tebax û 21`ê Mijdara 2019`an de pêk hatin. Lê Tirkiyê bi hinceta cezayên displînê hevdîtin careke din qedexe kir. Parêzeran got, cezayên ku desthilatdariya Tirkiyê li Ocalan ferz dike, veşartî ne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lBJy-AGKH04" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>