Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê projeyên xwe yên îsal eşkere kirin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê sala 2019`an projeyên berbçav çêkirin û ji bo sala nû jî gelek projeye danîne.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê projeyên xwe yên îsal eşkere kirin
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê projeyên xwe yên îsal eşkere kirin
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê projeyên xwe yên îsal eşkere kirin
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê projeyên xwe yên îsal eşkere kirin
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê projeyên xwe yên îsal eşkere kirin
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê projeyên xwe yên îsal eşkere kirin
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê projeyên xwe yên îsal eşkere kirin
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê projeyên xwe yên îsal eşkere kirin
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê projeyên xwe yên îsal eşkere kirin
31 ÇILE, 2020   08:15
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR-BASIL REŞÎD

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê xebatkarên  tenduristiyê yên di qada giştî de tevger dike, serpereştiya kar û xebata navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan dike. Xebatkarên tenduristiyê bi rê ve dibe, karên tenduristî yê qadên taybet birêxistin dike, çavdêriya dermanan dike. Pîvanên girîng ên ku xizmeta tenduristiyê dikin datîne.

Ji girîgtirîn kar û xebatên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, afirandina atmosfereke guncaw ji bo civakeke exlaqî û zanistî were avakirin û bi vê yekê xizmeteke baş ji civakê re were kirin.

Desteya Tenduristiyê sala derbasbûyî guhartinên berbiçav çêkirin,  ji wan vekirina Nexweşxaneya Dil û Çav bû. Nexweşxane di 22’yê Çileya 2019`an hate vekirin, xebatkarên pispor li nexweşxaneyê dixebitin û alavên nû anîn û nêzî 3 hezar emeliyat bi pereyekî kêm kirin.

Li nexweşxaneyê gelek alavên pêşketî hene. Tevî alavên li nexweşxaneyê jî lê hêj ji ber hejmara bijîşkan kêm e, beş li gorî tê xwestin kar nekiriye. Lewma rêveberiya nexweşxaneyê bang li bijîşkên çavan kir.

ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRK BÛN KELEM

Diviyabû Desteya Tenduristiyê  di çaryeka sêyan a 2019`an de gelek proje pêk bianiyana. Lê ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi cih nehatin û tê payîn ku deste plana pêkanîna van projeyan deyne. Ji van projeyan; dermankirina girên xirab, li bajarê Qamişlo nexweşxaneyeke taybet ji bo jin û zarokan vebe, sererastkirina nexweşxaneya Şedadê, amadekirina nexweşxaneya Hesekê, nexasim navenda dermankirina rewşên şewatê.

Sala derbasbûyî Nexweşxaneya Rojava ya bajarê Serêkaniyê û navenda Zirganê ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê hatin girtin.

Desteya Tenduristiyê sala 2019`an pîvanên kar û xebata bijîşkên li nexweşxane û navendan dixebitin derxist, Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê erê kir û îsal kete meriyetê. Her wiha ji bo kar û xebata nexweşxaneyan û parastina xweseriya her nexweşxaneyekê rêziknameya hundirîn hate diyarkirin, li ser vî esasî nexweşxane bûn girêdayî desteyê, hevpeymana kar hate danîn. Navendên tenduristiyê yên taybet hatin ruxsetkirin, mekanîzmaya ruxsetkirina klînîkên hemşeriyan û navenda estetîk, navenda fîzîk-tedawî hatin dayîn. Li ser vî esasî hejmara ruxsetan ta niha gihaştiye 853`yan.

XEBATÊN PÊŞXISTINA TENDURISTIYÊ LI BEJAHIYA HERÊMA CIZÎRÊ

Der barê pêşxistina rewşa tenduristiyê şaxê gundewarên herêma Cizîrê, Desteya Tenduristiyê navend li gundê Etşan ê navçeya Tirbespiyê, li Um El-Firsan a Qamişlo, li gundên Dêrûna û Til Tewîl ên navçeya Girkê Legê, Til Beyder a navçeya Til Temirê, taxên Kelasê û Til Hecer ên bajarê Hesekê û li Holê vekirin.

Herî dawî jî Desteya Tenduristiyê şaxê herêma Cizîrê di 26’ê Çileyê de navenda MRI’yê vekir.

PLANA DESTEYA TENDURISTIYÊ

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê îsal gelek proje danîne. Ji van projeyan:

Nexweşxaneya giştî li Qamişlo bi lêçûna 6 milyon dolarî dê were vekirin.

Sererastkirina nexweşxaneya Şedadê bi lêçûna 4 milyon dolarî, sererastkirina nexweşxaneya Dêrikê bi lêçûna 70 milyon lîreyên Sûriyê. Kirîna derman û pêdiviyên tenduristiyê bi lêçûna 2 milyon dolarî.

Li gel vê yekê deste hewldana bicihkirina gelek projeyên dike û Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşniyara yekirina şert, bac û belgeyên endamtiyê yên serlêdêrên Desteya Tenduristiyê dike. Anku ji bo dest bi kar bikin li hemû rêveberiyan belge û ruxsetên kar û şertên vekirina teqîgehan, kargehan û nexweşxaneyan. Li gel vê yekê qanûna kar û xebata tenduristiyê ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rakirina hin qanûnên girêdayî hin erkan, ên wekî rûbera di navbera dermanxaneyan û guhartina pîvanên xizmetkariya hin erêkên tenduristiyê yên bejahiyê yek şert û merc bin.

Her wiha Desteya Xwendina Bilind kar û xebata akademîk diyar dike. Lêkolînên zanistî teşwîq dike, bawernameyan didin û diguherînin, vekirina teqîgeha navenda pişkirîna kîmayî û li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê gerînendeya tiba edlî vedike. 

Hevserokê Desteya Tenduristiyê şaxê herêma Cizîrê Dr. Menal Mihmed axivî û bal kişand ser projeyên ku pêşniyar kirine, lê ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê sekinîn. Dr. Menal îşaret bi armanca desteyê kir û got deste hewldana pêşxistina qada tendursityê ya herêma Cizîrê dike.

Menal di dawiya axaftina xwe got, ji bo venêrîn û emeliyatên niştekariyê deste bi rêveberiya nexweşxaneya herêma Cizîrê re civiya û got heke şênî gazinan ji bijîşkan an jî nexweşxaneyan bikin, ew ê li gorî qanûnên hatine diyarkirin, nêzîk bibin.

(eh)

ANHA