ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31 -01-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31 -01-2020
31 ÇILE, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Apê Hisên Îsmaîl Ereb du salan li navçeya Şiyê ya Efrînê di bin zulma dagirkeran de ma, behsa sûcên çeteyan ên li dijî sivîlan dike. Apê Hisên dibêje: "Yên ku sûcên dagirkeran bi çavan dîtine, ne wekî yên ku bihîstine." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi armanca dagirkirina navçeyên Til Temir û Zirganê dewam dikin. 3 meh e êrişên hêzên dagirker li ser Til Temir û Zirganê bê navber dewam dikin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Rûspiyê eşîra Hevêrka ya Kurd Silêman Şeto got: “ENKS yekîtiya Kurdan asteng dike. Ji ber ku bi gelek lihevkirinan girêdayî dewleta Tirk e. Em bang li  gelê Kurd dikin ku fişarê li partiyên kurdî bikin da ku li ser maseyekê kom bibin û yekîtiya xwe ava bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El-Mişrif got,Tirkiyê hewl dide herêmên di bin mêtîngeriya xwe de berfireh bike  da ku terora xwe bi afirîne. El-Mişrif destnîşan kir ku dibe lihevkirineke Tirkî û Amerîkî hebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Parêzer Mihemed Emîn Neîmî diyar kir ku siyasta li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin li dijî qanûnên mafên mirovan e. Neîmî bang li dadgeha naveteweyî ya Lahay, dadgeha Ewropî û rêxistina Efû ya navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe li hember van kiryaran derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd bang li tevahî partî û hêzên kurdistanî kirin ku ji bo yekîtiya kurdî bixebitin û gotin: “Tekane rêya pêkanîna hêviyên gelê Kurd û rêgirtina li ber destwerdanên derve, yekitî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

Çapemeniya erebî cihekî girîng a serdana serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a ji bo Cezayîrê. Li gorî şîrovekarên siyasî ev serdam gavek li ser rêya projeyên berfireh e ku Erdogan hewl dide li Cezayîrê pêk bîne. (BI WÊNE).

JIN

-Evîn Cuma eşkere kir ku li Serêkaniyê 6 jin rastî êrişa cinsî hatin. Evîn got: “Kiryarên ku niha artêşa Tirk bi rêya çeteyên xwe dide kirin, ji hişmendî û kiryarên DAIŞ’ê ne cuda ne. Hişmendiya herdu yan jî çewisandina jinan dikin armanc.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehris a kantona Şehbayê di roja xwe ya 6'an de didome, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Artêşa Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirinan pêk tînin, isbata vê yekê jî; girtina dergehên sînorî, lêkirina dîwarê parçekirinê û qedexekirina çandina erdê nêzî sînor e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê sala 2019`an guhartinên ber bi çav çêkirin. Ji wan vekirina nexweşxaneya Dil û Çav e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên di kampa Waşûkanî diyar kirin ku rewşa zehmet û azarên koçberiyê wan ji xeta berxwedanê berxwedanê de berdewam in heta herêmên wan werin rizgarkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA