Evîn Cuma: Li Serêkaniyê 6 jin rastî êrişa cinsî hatine

Evîn Cuma di derbarê zextên dewleta tirk li serêkaniyê ku li hember jinan pêk tîne got ku, "Ev kiryarên ji hişmendî û kiryarên DAIŞ’ê ne cuda ne. Hişmendî û armanca herduyan jî çewisandina jinan e.”

Evîn Cuma: Li Serêkaniyê 6 jin rastî êrişa cinsî hatine
31 ÇILE, 2020   06:00
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN-BESIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9`ê Mijdara sala derbasbûyî de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Ji wê rojê ve bi awayekî yekser sivîlan dikin armanc. Bi taybet jî  zarokan.

Çavkaniyek taybet ji hundirê bajarê Serêkaniyê diyar kir ku 30 jin ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatin tecawîzkirin. Ji aliyekî din ve Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê heta niha 6 haletên êrişên cinsî, revandin û kuştinê belge kirine.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma got: “Dewleta Tirk sivîlan dike hedef. Ji bo ku herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike. Her wiha jinan jî dike hedef. Dema çeteyên dagirkeriyê derbasî herêmên ku dagir dikin dibin, yekser dest bi rêzebinpêkirinan li dijî jinan dikin. Mîna ku li Efrîn û herêmên dagirkirî yên din dikin. Em dibînin ku çeteyên DAIŞ`ê bi rêya binpêkirinên xwe li dijî jinên herêmên Reqa û Dêrazorê hişmendî û siyaseta xwe ya ku çewisandina jinê ispat dikirin.”

Evîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Kiryarên ku Tirkiye bi rêya çeteyên xwe dide kirin, ji lîstina bi cenazeyên şervanên YPJ`ê hewl dide tirsê bixe nav dilên jinan û şêniyên resen da ku ji herêmê û axa xwe koçber bibin. Her wiha ji jinan re nameyek e da ku vîna wan bişkînin.”

Rêxistina Mafên Mirovan di rapora xwe ya fermî de 6 haletên binpêkirinên çeteyan li dijî jinan belge kirine; 2 bûyerên revandin, 2 êrişên cinsî û 2 kuştinê. Çaranûsa kesên hatine revandin heta niha ne diyar e.

Evînê di dawiyê de got: "Di hevdîtinên me yên bi jinan re, jinan diyar kir ku nêzîkatiyên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li hemberî jinan mîna yên DAIŞ’ê ne.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gUf5Tlbo1YM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>