`Dibe ku lihevkirinek dewleta Tirk bi Amerîkayê re hebe’

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El-Mişrif got: "Dewleta Tirk bi rêya binpêkirinên xwe yên domdar hewl dide qada mitîngeriya xwe fireh bike. Dibe ku lihevkirinek di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hebe.”

`Dibe ku lihevkirinek dewleta Tirk bi Amerîkayê re hebe’
31 ÇILE, 2020   05:28
REQA-EHMED EL-KIMYAN

Di van sê rojên dawîn de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî eniyên Til Temir, Eyn Îsa û Kantona Şehbayê zêde kirin.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El-Mişrif girêdayî mijarê got: “Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestiyane. Tevî ku Hêzên Sûriya Demokratîk li gorî agirbestê tevgeriya jî dewleta Tirk lihevkirina agirbestê binpê kir. Tirkiye mîna berê di dirêjahiya salên aloziyê de tu lihevkirin, peyman an jî sozek navneteweyî bi cih neanî.”

Têkildarî armanca êrişan El-Mişrif got: "Dewleta Tirk hewldide projeya xwe ya qirkirina nejadî û guhertina demografîk li herêmê temam bike. Heta niha dev ji vê polîtîkaya xwe bernedaye. Her wiha hewl dide qada mitîngeriya xwe firehtir bike. Hêzên Sûriya Demokratîk bi Rûsya û rejîma Sûriyê re li ser asta leşkerî lihev kir da ku projeya dewleta Tirk asteng bike. Tirkiyê heta niha bi israr e qada dagirkirinê fireh bike. Hîna hewl dide terora ku hêvî dike li "Herêma Ewle" belav bike. Derfeta hebûna lihevkirinek amerîkî-tirkî yan jî erêkirinek ji hêla DYA`yê hebe ku Tirkiyê qada dagirkirin xwe fireh bike”.

El-Mişrif wiha domand: "Dewleta dagirker piştî ku Amerîka ji herêmê vekişiya êriş kir. Dibe ku lihevkirin di navberA her du aliyan de girêdayî Herêma Ewle hebe. Lewra em dibînin êriş berdewam in."

El-Mişrif teqez kir ku kombûna gel li dora Hêzên Sûriya Demokratîk û fermandariya wê, têrê dike ku êriş were şikandin û dê tevahiya projeyên mitîngerî têk bibe.

Di dawiyê de El-Mişrif encamên êrişan bibîr xistin û got: "Berdewamkirina êrişan û daxwaza Tirkiyê ji ku herêmên dîtir dagir bike wê çareseriya siyasî asteng bike. Wê aloziya Sûriyê kurtir bike. Divê cîhan bilebite û helwesta xwe ji binpêkirinên Tirkiyê diyar bike."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GkFU6JhgqTU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>