Şêxên eşîran Hêzên Ewlekariya Hundirîn xelat kirin

Ji ber ked û xebata wan a parastina ewlehiya herêmê, şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên herêma Tebqayê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn xelat kirin.

Şêxên eşîran Hêzên Ewlekariya Hundirîn xelat kirin
30 ÇILE, 2020   15:22
TEBQA

Bi însyatîfa Meclisa Lihevanînê ya Eşîran û bi beşdarbûna bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên herêmê û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a derdora bajarokê Mensûra yê rojhilatê bajarê Tebqayê hatin xelatkirin.

Di serdana bendên ewlehiyê de, bi navê Meclisa Lihevanînê ya Eşîran Şêx Fewaz El-Bêg axivî, ked xebata Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parastina ewlehiya herêmê bi bîr xist û got: "Gelek hewldan hatin kirin da ku ewlehiya herêmê xirab bikin lê bi saya keda hêzên ewlehiyê hewldan negihiştin serî."

El-Bêg wiha domand: "Em hemû li ser xetekê dimeşin, ji ber ku em ji dibistanekê derketin, ev dibistan li ser bingehê mezin hatiye damezirin, rêya gihaştina ber bi van armancan ve dijî xeterî ye. Lê dê bighêje mijarên girîng ku mijara şeref û rûmetê ye.Lew ra pêngengên me Hêzên Ewlekariya Hundirîn e."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5Fy9_dBRQn0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>