Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn

Li Dêrik, Girkê Legê û Hesekê cangoriyên azadiyê yên meha Çileyê hatin bi bîranîn.

Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
30 ÇILE, 2020   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê bi merasîmekê 29 şehîdên meha Çileyê bibîr anîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê hate lidarxistin. Malbatên şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl tev li merasîmê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Hemze axivî. Hemze di destpêkê de şehîdên  meha Çileyê bibîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna armancên wan dan.

Hemze banga parastina destkeftiyên bi keda şehîdan hatin bidestxistin da.

Piştre sinevizyonek girêdayî dîroka têkoşîna 29 şehîdên herêma Dêrikê hate pêşendan.

merasîm bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê Meclisa Malbatên Şehîdan bi merasîmekê 44 şehîdên YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Gel ên ku di meha Çileyê de şehîd bûne, bibîr anîn. Merasîm li Navenda Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê lidar ket.

Piştî deqeya rêzgirtin endamên Meclisa Malbatên Şehîdan mûm li ber wêneyên 44 şehîdan vêxistin. Piştre sinevizyonek girêdayî jiyana cangoriyan hate pêşendan.

Di merasîmê de endama rêveber a Kongreya Star Medya Mihemed got: "Me ji cîhanê re felsefeyek nû pêşkêş kir. Pêşengên vê felsefeyên şehîdên me ne yên ku giyanek nû dan jiyana me."

Medya wiha domand: "Şehîdên me felsefe û çanda girêdana bi axa xwe di me de afirandin. Em bi rêgeza şehîdan ve girêdayî bin. Ev rêgez rêgeza berxwedan, azadî, vîn û rûmetê ye."

Paşê nasnameyên 44 şehîdan hatin xwendin û wêneyên wan wek diyarî li malbatên wan hatin belavkirin.

Merasîm biberzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.

HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê bi merasîmekê 88 şehîdên QSD, YPG, YPJ, Hêzên Erka Xweparastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Goristana Şehîd Dijwar bibî anîn.

Bi sedan malbatên şehîdan û şênî tev li merasîmê bûn. Beşdaran wêneyên şehîdan û alên Kurdî rakirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulrezaq Ehmed axivî û got: "Em îro şehîdên ku ji bo azadî û rûmeta vî welatî jiyana xwe feda kirine bibîr tînin. Em bejna xwe li hember fedekarî û destanên wan ên leheng ditewînin."

Ehmed destnîşan kir ku şehîdan ne ji bo olekê yan jî neteweyekê lê belê tenê ji bo azadî, biratiya gelan û jiyana hevpar canê xwe feda kirin.

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên 88 şehîdan xwend û merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan bi dawî bû.

(şx)

ANHA