Turnuveya futbolê ya dibistanên Hesekê bi dawî bû

Turnuveya futbolê ya dibistanên bajarê Hesekê bi serkeftina Tîma Til Tewîl a seretayî û Deham Bozo ya navîn bi dawî bû.

30 ÇILE, 2020   15:42
HESEKÊ

Komîteya Çalakiyan a Gerînendeya Perwerdeyê ya bajarê Hesekê ji bo xwendinên dibistanên seretayî û navîn ên bajêr turuveyek futbolê da destpêkirin.

Turnuve di destpêka meha Kanûna derbasbûyî de bi beşdarbûna 27 tîmên dibistanên navîn û seretayî yên bajarê Hesekê destpê kir û li Stada Cezîra Xedra dihat lîstin.

Turnveya tîmên dibistanên seretayî bi navê "Şehîd Hevrîn Xelef"  hat organîzekirin. Tîma Til Tewîl û Tîma Ridwan Begerî yên seretayî ku gihaştibûn qonaxa dawî li hemberî hev lîstin. Di encamê de tîma Til Tewîl bi 3 nuqteyan li beramberî 0 biser ket.

Ji bo merheleya navîn jî turnve bi navê "Şehîd Fayîz Xelî" hatibû organîzekirin. Tîma Deham Bozo û Tîma Elî Bekir di dawiya turnuveyê de li hemberî hev lîstin. Tîma Deham Boz (3-1) biser ket.

Rêvebera Komîteya Çalakiyan a Gerînendeya Perwerdeyê ya bajarê Hesekê Êva Ebdulkerîm got: "Turnuve bi awayê derxistinê hate organîzekirin, da ku tîmên biser nektin di dawiyê de ji maçê derkevin. Lê di hin mijaran de me ji tîmenê binkeftî yên herî baş hildijbart da ku hejmara tîman temam bikin."

Piştre tîmên serkeftî hatin xelatkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pJvs7toelrQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>